Li Londonê çalakiya ‘li dijî tecrîdê têkoşîn’ hat lidarxistin

Li paytexta Îngilistan Londonê bi dirûşma "Ji girtiyên nexweş re azadî, li dijî tecrîdê têkoşîn" hat lidarxistin. Di çalakiyê debal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê ya Ecevît Pîroglû û daxwaza demildest berdana Ecevît Pîroglû kirin.

ÇALAKIYA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Li Londonê li ser banga hevpar a Platforma Dengê Girtiyan (TSP), NADEK û UPOTUDAK’ê li ber Pirtûkxaneya Woodgreenê çalakî hat lidarxistin.

Di çalakiyê de dovîz û pankartên bi Îngîlîzî û Tirkî hatin hilgirtin û belavok hatin belavkirin û polîtîkayên qetlîam û qedexekirinê yên rejîma faşîst a li zindanan hatin teşhîrkirin. Di çalakiyê de daxwaza “Ji girtiyên nexweş re azadî!” û banga berfirehkirina têkoşîna li dijî tecrîdê hat kirin.

Di axaftinan de ev tişt hatin gotin: “Polîtîkaya ku dewleta faşîst dimeşîne, ji bo girtiyên şoreşger ên di hundir de bikuje. Zext, êşkence û desteserkirina mafên girtiyên nexweş, mafên xwegihandina tenduristiyê digire nav xwe. Mafê tenduristiyê mafekî mirovî ye. Girtiyên nexweş ên di hundir de li ber xwe didin divê demildest bên berdan. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan! Dermankirin mafek e, nayê astengkirin. Ji girtiyên siyasî re azadî!”

Bang li her kesî kirin ku di serî de girtiyên xweş, li dijî desteserkirina mafan û tecrîd bibin dengê girtiyan.

JI ECEVÎT PÎROGLÛ RE AZADÎ!

Di çalakiya vê mehê de bal kişandin ser rewşa Ecevît Pîroglû û ev tişt hatin gotin.

“Jiyana şoreşgerê enternasyonalîst Ecevît Pîroglû ku 3 sal in di destê dewleta Sirbistanê de dîl tê girtin, di xeteriyeke cidî de ye. Dewleta Sirbistanê ji bo ku Piroglû radestî dewleta Tirk a faşîst bike, bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de dihêle. Greva birçîbûnê ya duyemîn a Pîroglû ku di 12'ê Sibata 2024'an de dest pê kiribû, gihiştiye asteke krîtîk. Pîroglû yê ku daketiye 49 kîloyan, beriya niha ji bo teslîmî dewleta Tirk neyê kirin, 136 rojan ketibû greva birçîbûnê û bedena wî gelekî westiyabû. Mafê dermankirinê yê Pîroglu jî hat astengkirin. Piroglû ji Hezîrana 2021’an û vir ve tevî ku Dadgeha Bilind a Sirbistanê biryara radestnekirina Tirkiyeyê girt û di 12'ê Çileya 2024'an de biryara serbestberdana Piroglû da jî li girgehê ji hêla polîsan dîsa hat girtin. Sedema girtina Pîroglû daxwaza radestkirina dewleta Tirk e. Radestkirina Pîroglû ya ji bo dewleta Tirk di encama kampanya navneteweyî û berxwedana greva birçîbûnê ya 136 rojan a Pîroglû de hat astengkirin.

Dewleta Sirbistan bi berdewamkirina girtina Piroglû sûc dike.  Pîroglû 107 roj in di greva birçîbûnê ya duyemîn de ye û jiyana wî di bin xetereya cidî de ye. Divê demildest bê berdan û derfeta dermankirinê bê dayîn.”