BI DÎMEN

Li Stûttgartê li dijî desteserkirina vînê banga berxwedanê kirin

Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Stûttgartê diyar kirin ku rejîma AKP-MHP’ê îradeya Kurdan tine dihesibîne û banga berxwedanê kirin.

DESTESERKIRINA ŞAREDARIYA COLEMÊRGÊ

Desteserkirina vîna gelê Colemêrgê ya ji aliyê AKP-MHP’ê ve li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi mîtîngekê hat şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) û Navenda Civaka Kurd a Civaka Demokratîk a Stûttgartê (DKTM) li Wilhelmsplatzê hatin gel hev.

Hevserokên DKTM'ê Mesût Aram Daghan û Pervîn Azadî yên di mîtîngê de axivîn, diyar kirin ku rejîma AKP-MHP'ê vîna Kurdan tine dihesibîne û li dijî dagirkeriyê banga berxwedanê kirin. Hevserokan bal kişandin ku hikûmeta AKP'ê welat xistiye nava kaos û krîzê,  bang li hêzên navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên topyekûn ên rejîma Erdogan ên li ser gelê Kurd bêdeng nemînin.

Manû Şahîn di çalakiyê de deklerasyona ku ADGB'ê amade kiribû xwend. Manû Şahîn da xuyakirin ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bi dagirkerina Şaredariya Colemêrgê vîna gel binpê dike.

Şahîn di berdewamiya axaftina xwe de got, “Klîkên cuda yên çînên desthilatdar ên bi hev re şer dikin li pişt deriyan bi gotina ‘nermbûnê’ êrîşên xwe dijwartir kirin. Mînak gotinên gefxwarinê yên Serokkomarê Tirk ê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ê ku dibêje ew naxwaze hilbijartinên rêveberiyên xwecihî li Rojava bên kirin û ew ê pêşî li van hilbijartinan bigirin, nîşaneya berfirehkirina êrîşan e.”

Şahîn diyar kir ku ew êrîşa li dijî vîna gelê Kurd şermezar dikin û wiha domand: "Em bang li hemû sazî û rêxistinên ku piştgiriyê didin demokrasiyê û ji bo wê têdikoşin dikin ku ji bo şikandina êrîşan bibin xwedî helwest."