BI DÎMEN

Akdag û Cizîr li Dortmûndê hatin bibîranîn

Şehîd Huseyîn Akdag (Salman Bozkûr) û Salîh Cizîr (Hasan Adir) li Dortmûndê hatin bîranîn.

BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Doktor Huseyîn Akdag (Salman Bozkûr) û Salîh Cizîr (Hasan Adir) di salvegera şehadeta xwe de bi pêşengiya Meclîsa Gel a Dortmûndê û KOMAW'ê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin bibîranîn.

Siyasetmedar, nûnerên saziyan, şoreşger, KON-MED, TJK-E, NAV-YEK, CÎK û KCKD-E û gaziyên Kurdistanê beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Piştî malbatan Hevserokê KOMAW'ê Hoşnav Ata axivî û got, "Heta ku Rêber Apo azad nebe, ti kes ji me azad nabe."

Piştî axaftinan sînevîzyonek hat temaşekirin û xwarin hat dayîn.

Salîh Cizîr û Huseyîn Akdag di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê de roja 5’ê Hezîrana 2021’an tevlî karwanê şehîdan bûn.