BI DÎMEN

Li Londonê 4’ê Nîsanê û salvegera damezrandina PJAK’ê hat pîrozkirin

Salvegera damezrandina PJAK'ê li Londonê hat pîrozkirin û peyama "Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşê ve dimeşin" hat dayîn.

DAMEZRANDINA PJAK’Ê

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li avahiya KCC’ê ya Londonê çalakiyek hat lidarxistin.

Berdevka PJAK'ê ya Ewropayê Meryem Fethî, endamê Tewgera Azadî Şiwan Aware û Nûnerê Partiya Belûç a Îngilîstanê Mêhrab Sercewî û gelek kes tevlî çalakiya ku ji aliyê Nûnertiya PJAK'ê ya Brîtanyayê ve hat lidarxistin bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir û axaftin hatin kirin.

Berdevka PJAK'ê ya Ewropayê Meryem Fatîh di çalakiya ku di çarçoveya semînerekê de hat lidarxistin de axivî, damezrandin û armancên PJAK'ê û rola wê ya li Kurdistanê nirxand. Fatîh bal kişand ser cihê PJAK’ê di nava Konfederalîzma Demokratîk de û got, “Em bi dirûşma Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa Îranê ve dimeşin. Em di wê baweriyê de ne ku avakirina Kurdistana azad wê bi şoreşa jinê pêk were.”

Nûnerê Partiya Belûç ê Îngilistanê Mêhrab Sercewî jî bal kişand ser têkoşîna jinan û diyar kir ku Belûc û Kurd li Îranê têkoşîneke hevpar dimeşînin.

Çalakiya ku çar parçeyên Kurdistanê lê amade bûn, bi pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.