Berxwedana Wanê li Parîsê hat silavkirin

Li paytexta Fransa Parîsê ji bo Wanê xwepêşandanek girseyî û daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Tevî Kurdan, gelek hilbijartiyên Fransayê jî tevlî çalakiyê bûn.

ÇALAKIYA LI PARÎSÊ

Hewldana desteserkirina vîna Kurdistanê ya rejîma faşîst a AKP/MHP’ê li paytexta Fransa Parîsê hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan li Qada République hatin cem hev û daxuyaniyek çapemeniyê dan.
Tevî Kurdan, gelek hilbijartiyên Fransî jî beşdarî çalakiya bi coş bûn. Hilbijartiyên Fransayê jî di çalakiyê de pankarta "Em ê nehêlin îradeya gelê Kurd ji aliyê Erdogan ve bê desteserkirin" vekirin.

Daxuyaniya çapemeniyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rejîma Erdogan ji ber ku di hilbijartinên herêmî de nekarî xwe li ber destkeftiyên gelê Kurd ragire, hewl da bi rêbazên derqanûnî îradeya gelê Wanê ji holê rabike. Li hemberî berxwedana mezin a gel têk çû û paşde gav avêt.

Bi tilîlî û dirûşmeyên ciwanan daxuyaniya çapemeniyê veguherî atmosfera mîtîngê. Parastina Şaredariya Wanê ya li dijî dagirkeriyê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Çalakî bi dirûşmeyên "Jin jiyan Azadî" "Bijî berxwedana Kurdistanê” bi dawî bû.

Hin ji hilbijartiyên Fransî yên ku beşdarî çalakiyê bûn ev in:

Şaredara Herêma 10’emîn ê Parîsê Alexandra Corderbard
Senatora Partiya Keskan a Ewropayê Anne Souyris
Parlamenterê Tevgera Bêbawer Thomas Portes
Berdevkê Partiya Dij-Kapîtalîst a Nû Olivier Besancenot
Endama Meclîsa Herêma 10’emîn ê Parîsê Elie Jousselin
Serokê karûbarên navneteweyî ji bo Partiya Komunîst a Fransayê Vincent Boulet
Cîgirê Serokê Şaredariya Parîsê 19’emîn François Bechieau
Şêwirmendê Şaredariya Parîsê Genevieve Garrigos
Şaredarê Herêma 18’emîn ê Parîsê Eric Lejoindre
Şaredarê Herêma 20’emîn ê Parîsê Eric Pliez
Cîgirê şaredarê Parîsê Laurence Patrice
Cîgirê Şaredarê Herêma 10’emîn ê Parîsê Raphael Bonnier
Hevseroka Koma Komunîst a Konseya Parîsê Raphaelle Primet
Cîgirê Şaredarê Herêma 20’emîn Annie Gafforelli