BI DÎMEN

Li Zurîhê ji bo 4’ê Nîsanê meş hat lidarxistin

Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya YJK-S’ê (Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê) meşek hate lidarxistin.

MEŞA 4’Ê NÎSANÊ

Kurdistaniyên ku di nava hefteyê de li dehan navendên Swîsreyê bi şahian 4'ê Nîsanê pîroz kirin, îro di çarçoveya pîrozbahiyê de meşeke navendî li dar xistin.

Kurdistanî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd” ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kiribû, li Helvetîaplatzê hatin cem hev.

Li pey deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û beriya meşê li ser navê YSK-S'ê Ozen Aytaç daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Elmanî hat xwendin.

Piştre jî bi berzkirina dirûşmên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş destpê kir. Di meşê de belavokên têkildarî şahiyê ji aliyê çalakgeran ve li derdorê hatin belavkirin.

Piştî meşa li navenda bajêr, vegeriyan qada pîrozbahiyê. Şahiya ku ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Kurd a Swîsreyê ve hatibû amadekirin dewam kir, li ser navê komîteya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” siyasetmedar Nejdet Atalay axivî.

Atalay bi bîr xist ku dostên gelê Kurd di 10'ê Cotmeha 2023'an de dest bi pêngavê kirine û wiha dewam kir: "Berî her tiştî rojbûna Rêber Apo pîroz dikim. Rojbûna Rêber Apo rojbûna gelê Kurd e. Ev pîrozbahî ji bo azadiya Rêberê me û Kurdistanê ye. Di dîroka Kurdistanê de gelê kurd berxwedanek mezin nîşan da û di her warî de serket. Serkeftina gelê Kurd li hemû cîhanê bi taybetî li Kurdistanê nayê înkarkirin. Wek hilbijartinên heftiya borî li Bakurê Kurdistanê û piştî wê jî gelê Kurd careke din bi parastina vîna xwe serkeftina xwe nîşan da.

Îro li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê gerîla, girtî, dayikên aştiyê, dostên gelê Kurd berxwedaneke topyekûn nîşan didin. Ger em destên xwe bidin hev û li ber xwe bidin, em dikarin azadiya Rêber Apo misoger bikin.”

Piştî Atalay, Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer axaftinek kir. Surer bi bîr xist ku bingeha hemû çalakiyan ji destpêka pêngava 10’ê Cotmehê heta îro ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û wiha got: “Em ê weke gelê Kurd bi ser bikevin. Sala 2024’an wê bibe sala fizîkî ya Rêber Apo.”

Çalakî piştî axaftina Surer ku banga tevlîbûna çalakiya rûniştinê ya li ber Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) a li bajarê Strasboûrg ê Fransa di navbera 15-19’ê Nîsanê de ji bo xwedîderketina pêngava 10’ê Cotmehê hate lidarxistin, bi dawî bû.