KAMPANYAYA LI DIJÎ TECRÎDÊ
Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî mîtînga ku li qada Canebier a li navenda Marsîlyayê hat lidarxistin bûn. Çalakvanên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin beriya mîtîngê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz girtin.
Fethî Tatos ê di mîtîngê de axivî, diyar kir ku divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û tecrîd tavilê bi dawî bibe.
Nûnerên partiya CPT'ê di axaftinên xwe de DEM Partî ya ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de serkeftineke mezin bi dest xist silav kirin û tecrîd şermezar kirin.
Mîtînga ku gelek caran dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” hatin berzkirin, bi axaftina Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk Enes Karliova bi dawî bû.