BI DÎMEN

Li Koln, Kopenhag û Gavleyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Koln ê Elmanyayê, li bajarê Kophenag ê Danîmarkayê û li bajarê Gavle yê Swêdê hat pîrozkirin

PÎROZBAHIYÊN 4’Ê NÎSANÊ

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Elmanya, Danîmarka û Swêdê bi şahiyan hat pîrozkirin.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan du şahiyên cuda li dar xist.

Di çalakiya yekem de jinên ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin ji Konseya Ewropayê re nameyek û ji Girava Îmraliyê re jî qert şandin. Di saetên piştre de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi beşdariya zarokan hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de Hevseroka KCDK-E’yê ya berê Fatoş Goksungur axaftinek kir. Goksungur wiha got: “4’ê Nîsanê ne tenê roja jidayikbûna Serok Apo ye, di heman demê de roja vejîna Kurdan e. Rojbûn hem li Serok Apo û hem jî li Kurdistanê pîroz be.”

KOPENHAG

Kurdistaniyên li paytexta Danîmarka Kopenhagê li hev civiyan û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Pîrozbahî bi pêşengiya jin û ciwanan hat lidarxistin.

Bi boneya pîrozbahiyê pêşbirka çandî ya li ser dîrok, erdnîgarî û çanda Kurdistanê hat lidarxistin.
Piştre jî ciwan derketin ser dikê û stranên li ser Rêberê Gelê Kurd xwendin.

GAVLE

Li bajarê Gavle yê Swêdê jî 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin. Di çarçoveya pîrozbahiyê de pêşî Meclîsa Gel a Gavleborgê xwarina fitarê da; Piştî fitarê şahiya rojbûnê hat lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de li ser navê Meclîsê ji rêveberiya parlamentoyê Cemal Rojhilat axivî. Rojhilat got, "Li cîhanê rojbûna tu rêberekî weke rojbûna Serok Apo ji aliyê gelan ve weke rojbûna xwe nehatiye qebûlkirin. Ji ber ku ti gel weke gelê Kurd bi Rêberê xwe re ji nû ve ji dayik nebûye. Rojbûna Serok Apo, pêşî li wî û li me hemûyan pîroz be.”

Axaftina ku gelek caran bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo" hat qutkirin, zarok li dora maseya ku ji bo pîrozkirina rojbûna Serok Apo amade kiribûn li hev civiyan û bi hev re paste birrîn.

Pîrozbahî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.