BI DÎMEN

Li Ermenistanê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê

Yekîtiya Jinên Azad, li Navenda Civaka Êrîvanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

PÎROZBAHIYÊN 4’Ê NÎSANÊ

Pîrozbahî bi axaftinên li ser wate û girîngiya rojê dest pê kir. Endama Yekîtiya Jinên Azad Seyran Celat di axaftina xwe de wiha got: “Îro ne tenê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e, rojbûna gelê Kurd û Kurdistanê ye. Rojbûna Rêber Apo ji bo me jiyanek nû afirand. Bi taybetî ji bo jinan. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me weke jin dest bi naskirina xwe kir. Ji ber vê em rojbûna Rêber Apo weke rojbûna xwe dibînin. Ez vê roja watedar û girîng di serî de li Rêber Apo, hemû jinên şoreşger ên berxwedêr û têkoşer, ên li zindanan li ber xwe didin û hemû gelê Kurd pîroz dikim."

Parlamenter Kinyas Hesenov di pîrozbahiyê de axivî û got, “Em bi hebûna Rêberekî wiha kêfxweş in. Rêber Apo Rêberê gelê Kurd e. Felsefeya Rêber Apo ji bo gelê Kurd rêya berxwedan û serhildanê ye. Hebûna Rêber Apo ji bo gelê Kurd şans û rûmet e. Ji ber vê em dibêjin bijî Rêberê me yê netewî Rêber Apo.”

LI BAXÇÊ RÊBERTIYÊ DAR ÇANDIN


Dayika Şehîd Murad Kûbar û bavê Şehîd Rûken Mîlo Kalashiyan di dema çandina daran de hest û daxwazên xwe anîn ziman û gotin: “Îro em ji bo Rêber Apo li hev civiyan, em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin. Îro roja dayikan e, roja Rêber Apo ye. Rojbûna hemû gelê me bi taybetî li Rêber Apo pîroz be. Bijî Rêber Apo.”

Piştî axaftinan li gel stranên hunermend Zagros Rojhilat govend hat gerandin. Zarokan helbestên ku ji bo rojbûna Rêber Apo nivîsandin gotin.

Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.