BI DÎMEN

Li Sydney û Stûttgartê Newroz hat pîrozkirin

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê agirê Newrozê bi girseyî hat vêxistin, li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê meşeke bi heybet hat lidarxistin; piştre pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin.

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê û bajarê Stûttgart ê Elmanyayê agirê Newrozê hat vêxistin. Di pîrozbahiyan de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin silavkirin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin.

SYDNEY

 

Agirê Newrozê li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ya Sydneyê bi girseyî hat vêxistin.

Di pîrozbahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê hat temaşekirin. Girseya gel bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" agirê Newrozê vêxistin. Girseya gel "Mizgîniya Newrozê" ya Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bi coşek mezin pêşwazî kirin û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin silavkirin. 

Piştî helbesta "Qendîl" ji aliyê Mamoste Hemîn ê Silêmanî ve hat xwendin, girseya gel heta saetên dereng li dora agir bi gerandina govendê Newroz pîroz kir.

Pîrozbahiya mezin a Newrozê ya li Sydneyê wê sibe li Şaredariya Blacktownê bê lidarxistin.

STÛTTGART

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Stûttgart ê  Elmanyayê Newroz bi coş pîroz kirin. Kurdistanî û dostên wan ên ku di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgartê de hatin ba hev, di çarçoveya pêngava "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” daketin qadan. Kurdistaniyên ku duh bi meşaleyan heta Keleha Esslingenê meşiyan, îro li navenda Stûttgartê meşeke bi heybet pêk anîn. Girseya ku piştî daxuyaniyê li Kolana Laûtenschlagerê dest bi meşê kir, bi berzkirina dirûşman û muzîkê 5 km meşiyan.

Di daxuyaniya Newrozê ya li ser navê KON-MED'ê hat xwendin de, bal kişandin ser polîtîkayên şer ên li dijî gelê Kurd û hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stûttgartê Mesût Daghan got, “Newroz mizgîniya serkeftinê ye. Newroz roja rizgarî û vejînê ye. Cejna Newrozê li hemû cangoriyên azadiyê û gelê me bi taybet li Rêber û şehîdên me pîroz be.”

Piştî axaftinan gel ji kolana Lautenschlagerstraße heta Marîenplatzê meşiyan. Di meşa Newrozê de jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdar bûn, bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz", "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.

Piştî meşê li ber avahiya Navenda Civaka Kurd a Stûttgartê agirê Newrozê hat vêxistin û govend gerandin.