Elmanya dixwaze penaberê Kurd radestî Tirkiyeyê bike

Penaberê Kurd Sekvan Tanguner ê ku li Tirkiyeyê biryara girtina wî heye, ji aliyê polîsên Bavyerayê ve hat binçavkirin. Hat gotin ku Tanguner ê ku sewqî dadgehê hatiye kirin wê heta 2’yê Gulanê radestî Tirkiyeyê bikin.

Zextên dewleta Elmanyayê yên li ser penaberên Kurd didome. Sekvan Tanguner ê ku di sala 2019’an de ji ber lêpirsînên li Tirkiyeyê didomin neçar mabû mafê penaberiyê li Elmanyayê bigire, tê xwestin ku wî radestî Tirkiyeyê bikin.

Tanguner ê ku li Tirkiyeyê der barê wî de biryara girtinê heye şevê din ji aliyê polîsên Bavyerayê ve hatibû binçavkirin. Tanguner ê ku di sala 2019’an de hatibû Elmanyayê, ji ber ku daxwaza wî ya penaberiyê nehat qebûlkirin, neçar ma biçe Swîsreyê. Daxwaza wî ya penaberiyê li Swîsreyê hat redkirin û di sala 2023’an de vegeriya Elmanyayê.

Malbata Tanguner ê şevê din hat binçavkirin, diyar kirin ku dixwazin wî radestî Tirkiyeyê bikin û banga alîkariyê kirin.

Malbata Tanguner diyar kir ku cezayê Sekvan li Tirkiyeyê bi dawî bûye û wiha got: “Sekvan 3 sal û nîv li Tirkiyeyê di girtîgehê de ma û piştre bi şertê îmzeyê hat berdan. ji ber cezayê girtîgehê û lêpirsînên derbarê wî de hatine vekirin di sala 2019’an de hat Elmanyayê. Lê daxwaza wî ya penaberiyê hat redkirin. Şevê din polîsên Bavyerayê Sekvan binçav kirin û avêtin girtîgehê. Sekvan ku îro sewqî edliyeya Bavyerayê hat kirin, hat gotin ku ew ê heta 2’yê Gulanê were radestkirin. Dibe ku beriya Gulanê Sekvan radestî Tirkiyeyê bikin. Li Tirkiyeyê biryara girtinê ya Sekvan heye."

Malbata Tanguner bang hestyariyê li raya giştî kir û ji dewleta Elmanyayê xwest ku dev ji biryara xwe ya radestkirinê berde.