BI DÎMEN

Pîrozbahiyên li Ewropayê: Heta Rêber Apo azad bibe her der Newroz e

Di pîrozbahiyên Newrozê yên li bajarên Ewropayê hatin lidarxistin de hat gotin, "Heta Rêber Apo azad bibe, em her derê bikin qada Newrozê."

NEWROZA LI EWROPAYÊ

Li bajarên Biel û St. Gallen ên Swîsreyê, Lîmassol ê Qibrisê û Esslingen ê Elmanyayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

ESSLINGEN

Li bajarê Esslingen am Neckar bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin.

Kurdistanî li ber Esslingen Hauptbahnhofê hatin cem hev û li qadê li ber erbane û stranan govend gerandin.

Di pîrozbahiya Newrozê ya ku di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Çareseriya Pirsgirêka Kurd" hat lidarxistin de, daxuyanî hat xwendin û bal kişandin ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di daxuyaniya ku li ser navê Konfederasyona Civakên Kurdistanê li Elmanyayê (KON-MED) hat dayîn de, behsa dîroka Newrozê hat kirin û hat destnîşankirin ku ev roj roja rizgarî û azadiya Kurdan e. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser polîtîkayên şer ên dewleta Tirk û hate gotin ku Newroza 2024’an di demeke ku faşîzm û mêtingerî bi şerekî hovane dixwaze qirkirina etnîkî pêk bîne hat pîrozkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku xewnên Serokkomarê Tirk Erdogan ên neo-Osmanî girêdayî têgihiştina wî ya şerê li dijî Kurdan e, polîtîkaya dewleta Elman a li hemberî Kurdan jî hate rexnekirin. Di daxuyaniyê de ku bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, hate destnîşankirin ku divê Elmanya ji bo şert û mercên muzakereyê yên bi Abdullah Ocalan re misoger bibe, li Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê înîsiyatîfê bigire.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgartê Mesût Daghan jî got, “Trajîkomîk e yên ku heta duh Newroz qedexe dikirin, îro xwedî li Newrozêderdikevin. Ez hemû şehîdên Newrozê di serî de Kawayê Hesinkar û Mazlûm Dogan ên ku Newroz anîne heta vê rojê bi rêzdarî bi bîr tînim.”

Pîrozbahiya Newrozê piştî daxuyaniyan bi meşeke meşaleyî dewam kir. Girseya gel bi hilgirtina posterên Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ’ê û pankartên “Newroz pîroz be” û bi berzkirina dirûşman, heta Kolana Bahnhofê meşiyan. Girseya ku gelek caran bênavber dirûşmeyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Ocalan û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê berz kirin, Keleha Esslingenê bi meşaleyên Newrozê ronî kirin. Newroza ku li Keleha Esslingenê hat lidarxistin, heta saetên dereng dewam kir.

BIEL

Kurdistaniyên ku bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN'ê li bajarê Bîel ê Swîsreyê hatin cem hev, bi tilîlî û dirûşman meşiyan. Kesên ku ji heftê heta heftê salî bi cil û bergên herêmî li xwe kiribûn, bala raya giştî kişandin.

Piştî meşê ji bo şehîdên Newrozê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Meclîsa Şehîd Atakan Mahîr Ahmet Kaya axaftinek kir. Ahmet Kaya bi bîr xist ku Newroz berxwedan û serhildan e û got, “Îro em bi pêşengiya partiya xwe PKK’ê Newroza 52’yemîn pîroz dikin. Newroza ku 52 sal berê bi Rêbertî dest pê kir heta îro bi coşeke mezin berdewam kir. Di dîroka Kurdistanê de berxwedanên pir girîng û mezin hene. Dijminên me dixwestin me û çanda me tune bikin, lê Kurd her tim bi berxwedana xwe bi ser ketin.” Kaya di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: “Roj roja berxwedan û serhildanê ye. Em ê bi vê têkoşînê Newroza xwe pîroz bikin. Gelê me yên ji çar parçeyên Kurdistanê ji bo berxwedanê û ji bo dengê xwe bide bihîstin hatine vir.”.

Ahmet Kaya bal kişand ser tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “3 sal in em tu agahiyê ji Rêber Apo nagirin. Em ê Rêberê xwe û gerîlayên zadiyê biparêzin. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya fizîkî, li zindanan berxwedanek heye. Divê em jî li vir erka xwe bi cih bînin.”

Ji aliyê sazî û kesayetên dost axaftin hatin kirin û di axaftinan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin û cejna Newrozê pîroz kirin.

Piştî daxuyaniyên çapemeniyê agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate pêxistin û dirûşme berz kirin. Di dawiya bernameyê de qertên ji bo Abdullah Ocalan bên şandin hatin dagirtin.

ST. GALLEN

Bernameya Newrozê ya li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê saet di 17:30 de bi şandina qertên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hauptpostê destpê kir. Piştre 300 kes bi dirûşm û posteran heta parka St. Gallenê meşiyan.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a St. Gallen Adîl Bat axivî. Bat diyar kir ku Newroz serhildana Hesinkar Kawa ya li dijî Dehaqê zalim bû û wiha got; “Hevrê Zekiye, Rahşan, Mazlûm hilgirên meşaleya vî agirî bûn. Tevgera Azadiya Kurd îro bûye berxwedana hemdem a agirê Newrozê. Rêberê Gelan Serok Apo bi berxwedana ku li dijî Dehaqên zalim dimeşîne nûnertiya vê kevneşopiyê dike. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo ji bo me girîng e. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, azadiya gelê me ye, azadiya Kurdistanê ye. Em vê Newrozê diyarî Rêber Apo, gerîlayên azadiyê û hevrêyên xwe yên li girtîgehan li ber xwe didin û Newroza hemû gelê xwe pîroz dikin.”

Di bernameyê de parlamentera Partiya Keskan, yek ji hevalên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û endamê akademîsyenê Komîteya Piştgiriya Rojava Jeyakumar Thurairajah axaftinek kir û Newroz pîroz kir. Her wiha nûnerên CABI û SP’ê jî beşdarî çalakiyê bûn û hestên xwe yên hevgirtinê anîn ziman.

LIMASSOL

Bi sedan Kurdistaniyên li Qibrisê li gundê Alassa yê Lîmasolê hatin cem hev û bi coşeke mezin Cejna Newrozê pîroz kirin. Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiya Newrozê ya ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê ve hat lidarxistin bûn.

Li qada ku pîrozbahî lê hat lidarxistin, posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mazlûm Dogan, posterên Teofîlos Georgiadîs ê di şeva Newrozê de ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hat qetilkirin, hatin daliqandin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Di dema rêzgirtinê de sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin.

Agirê Newrozê ji aliyê jinên Kurd ve hate pêxistin û bernameya Newrozê berdewam kir. Piştre Şaredarê Kato Polemîdyayê yê Lîmasolê Nikos Anastasiu û siyasetmedar Lezgîn Serhat axaftinek kirin.

Hate destnîşankirin ku Newroza îsal bi hêz û morala mizgîniya gerîlayên azadiya Kurdistanê hat pêşwazîkirin, lê coşa herî mezin wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were jiyîn û peyam hatin dayîn ku heta azadiya Rêber Apo misoger bibe wê wê her der bibe qadên berxwedn û Newrozê.

Hunermendê TEV-ÇAND'ê Kawa Urmiyê, hunermendên girêdayî Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê û Koroya Zarokan a Teofilos stran hatin gotin. Bernameya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.