BI DÎMEN

Kurdan û Japonan bi hev re Newroz pîroz kirin

Cejna Newrozê li eyaleta Saitama ya li bakurê paytexta Japonya Tokyoyê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên Japon ve bi coş hat pîrozkirin.

Kurdistaniyên ji herêmên cuda yên Japonyayê ji bo tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin ber bi Parka Akîgase ya bajarê Saîtama ve herikîn.

Tevî endamên meclîsa dewleta Japonê û endamên parlamentoya Japonyayê, Kurd û Japon jî di nav de nêzî hezar û 500 kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Eleqeya zêde ya Japonan a li pîrozbahiya ku ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê ve hat lidarxistin bal kişand.

Şahî bû platforma piştgiriya saziyên Japon ji bo gelê Kurd û nerazîbûna li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd.