Li Londonê bi banga hevpar a Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Meclîsa Gelê Kurd û UPOTUDAK’ê, ji bo piştevaniya bi girtiyên nexweş re û li dijî tecrîdê li ber Pirtûkxaneya Woodgreen çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de tecrîd bi dowîz û pankartên bi zimanên Îngîlîzî û Tirkî hate protestokirin û bi belavokên hatin belavkirin polîtîkayên komkujî û qedexekirinê yên li zindanan hatin eşkerekirin. Di tevahiya çalakiya "Ji girtiyên nexweş re azadî!" û dirûşmeyên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatin berzkirin.
Sosyalîstên ku ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin jî tevlî çalakiyê bûn.
Di daxuyaniya li vir de hat dayîn de rejîma faşîst a mêtinger a bi pêşengiya Tayyîp Erdogan, di çarçoveya Plana Hilweşînê ya ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de bi Komkujiya Pirsûsê re ket meriyetê, piştre jî Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin, tecrîd û zexta li ser girtiyan zêde bûn.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser zext û êşkenceya li zindanan û wiha hat gotin: “Li girtîgehan pêkanînên tund ên weke dereng berdan, lêgerîna tazî, hewldanên lînçkirinê, odeyên bisînger, êşkence, tacîza zayendî, gef û heqaretên li girtîgehan dewam dikin. Tundiya zayendî ya li hemberî jinên girtî hewl didin bi pêkanîna hucreyên yekkesî veşarên. Polîtîkayên tecawiz û êşkenceyê yên rayedarên girtîgehan, Garîbe Gezer hate qetilkirin û îro ev gef li ser hemû girtiyên jin heye.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 3 sal in bênavber dewam dike û wiha hat gotin: “Di şexsê Abdullah Ocalan her cure mafên civakî, siyasî û hiqûqî yên girtiyên welatparêz tê binpêkirin û bi cezayên giran ên heta hetayê tên cezakirin. Girtiyên welatparêz ji 27’ê Mijdara 2023’an û vir ve li girtîgehên dewleta Tirk di greva birçîbûnê de ne. Malbatên wan li derve bi Nobetên Edaletê re têkoşînê bilind dikin."
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku tecrîd û êşkence wê bi berfirehkirina têkoşînê bi dawî bibe, ev bang hate kirin: “Dorpêça faşîst heta radeyekê dikare bê şikandin û ev jî bi xwedîderketin rûmet û azadiyê pêkan e.
Karker û kedkarên Ewropayê, hêzên antî-faşîst, jin û ciwan, welatparêz, rêxistinên koçberan, enternasyonalîst, komunîst, rêxistin û kesayetên şoreşger, ji bo li hemberî zext û zordariya li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi girtiyan re hevgirtina mezin bikin, piştgirî bidin wan. Em bang li we dikin ku xwedî li berxwedana azadiyê ya girtiyan derkevin.”
Çalakî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.