Rojbûna Ocalan û damezirandina PJAK’ê hate pîrozkirin

Li paytexta Norweç Osloyê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezirandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan sala 70’ê ya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 15’emîn damezirandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi merasîmekê hate pîrozkirin.

Merasîma pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtin û xwendina sirûda neteweyî ‘Ey Reqîb’ destpê kir.

Di merasîmê de peyama bi dîmen a Hevserokê PJAK’ê Siyamed Mûînî ji bo pîrozbahiyê hatibû şandin hate nîşandan.

Di axaftinên pîrozbahiyê de hate kirin, hate bibîrxistin ku rojbûna Ocalan û damezirandina PJAK’ê weke mîladekê ji bo Kurdan hate destgirtin. Dîsa daxwaz hate kirin ku şoreşê hê zêdetir li welat û derveyî welat xurtir bikin. Bang hate kirin ku divê hê zêdetir xwedî li berxwedêrên çalakiyên grevên birçîbûnê derkevin.

Şahî bi stranên govendê yên hunermend Welat Kobanê û Mihemmed Taho dom kir.

Herî dawî bi gerandina govendan û qîrkirina dirûşman şahî bi dawî bû.