Roja 2’an a meşa dirêj a Marsîlyayê temam bû

Roja duyan a meşa dirêj a li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya ya Fransayê hatibû destpêkirin, temam bû.

Maşa dirêj a bi tevlîbûna Kurdên li Marsîlya, Bordaeaûx, Montpellîer, Toûloûse, Dragûnyan û Lyonê roja Pêncşemê ji pêşiya Şaredariya Martîgûesê destpêkiribû.

Bi tevlîbûna 150’î kesî destpêkiribû roja yekê li Marîgnanê dawî bibû. Çalakvanên ku roja duyê ji pêşiya Şaredariya Marîgnanê destpê kir, di saetên şevê de gihişte St Antîonê.

Li vir li ser navê Navenda Civak Kurd a Demokratîk axaftin hatin kirin û hunermend Hozan Farûk Serdar, Raperîn û Hozan Qino derketin ser dikê.

Roja sêyan û ya dawî wê Şemiyê saet 10:00’ê ji St Antîonê destpê bike û bi mîtîngekê ku li qada Vîeûx Port a Marsîlyayê bê lidarxistin bi dawî bibe.