Rêxistina civakî ya sivîl ARCI ku li dijî çanda kapîtalîst ji aliyê antîfaşîst û çepgiran ve di 26'ê Gulana 1957'an de ava bû, li gel çandî her wiha karên civakî û siyasî jî dike.
ARCI ku ji salên 1990'î ve piştgiriya têkoşîna azadiyê ya Kurd dike, li gel şoreşa Rojava piştgirî da gelek projeyên civakî.
ARCI ku li tevahiya Îtalyayê zêdeyî milyonek endamên xwe û 4 hezar û 400 komeleyên xwe hene, di civîna meclîsa neteweyî de têkildarî azadiya Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryar hate dayin.
Di biryara nû de li ser esasê helwesta 2018'an a li kongreyê, piştgiriya bi kampanya azadî ji Abdullah Ocalan re hate ragihandin. Di biryaran de her wiha piştgirî ji projeya Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn re hate dayin.
Biryarên ku bi dehan organîzasyonên ser bi ARCI mohra xwe danîne binî wiha ne:
- ARCI piştgiriyê dide gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo avakirina konfederalîzma demokratîk a li Rojhilata Navîın piştgiriya xwe dewam dike.
- ARCI di mijara tecrûbeya konfederalîzma demokratîk û têkoşîna gelê Kurd de soz dide ku li asta neteweyî û bi rengekî berfireh kampanya agahdarkirinê bimeşîne û teşwîq bike.
- Ji bo xutkirina hewldan, kampanya û projeyên li herêmê ARCI wê koordînasyoneke navxweyî ava bike.
- ARCI bi zêdekirina baldariya li ser rêveberiyên xwecihî, soz dide ku peymanên dostaniyê yên bi şaredariyên Kurd re yan jî şaredariyên bira pêk bîne.
- ARCI wê kampanya ji bo berdana Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bi rengekî çalak bide nasîn.
- Ji bo firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê tavilê bê rawestandin wê ARCI bikeve nava liv û tevgerê."