Rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê çûn serdana çalakgerên li Berlînê

Rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl. Rewşenbîran xwestin bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin.

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye çalakgerên Kurd Mele Mûstafa Tûzak 126 roj, Şiyar Xelîl 113 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdûr jî 110 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne.

Çalakger çalakiya xwe li lokala NAV-DEM’ê ya li Berlînê didomînin. Komek rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê çûn serdana çalakgeran. Rewşenbîrên ku endamên Civata Rewşenbîrî ya Azad in, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin berxwedana ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê.

Li ser navê koma rewşenbîran Siyabend Harîkî got ku “Bi vê çalakiya xwe hûn ne bi tenê ne, dengê we li her derê tê bihîstin. Em hêvîdar in di demeke kurt de hûn ê bigihêjin armanca xwe.

Helbestkar Ahmet Balayî jî bal kişand ser polîtîkaya înkar û îmhayê ya rejîma AKP’ê û qala girîngiya yekîtiya Kurdan kir.