Rewşenbîran ji bo grevên birçîbûnê bang li Wallstrom kirin

Komek ji rewşenbîrên li Swêdê, bang li Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom kirin ku piştgiriyê bide çalakgerên greva birçîbûnê.

Bang li malpera înternetê ya televîzyona dewletê ya Swêdê hate weşandin û li ser binpêkirina maf û azadiyan ên li Tirkiyeyê agahiyên berbiçav hatin dayin. Piştre işaret bi grevên birçîbûnê hate kirin ku Leyla Guven û girtiyan ji bo bi bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan dest pê kirine.

Rewşenbîran diyar kirin, rewşa tenduristiyê ya Parlamentera HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven roj bi roj nebaş dibe û ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom xwestin, tevî Wezîrên Karên Derve yên din ên Yekîtiya Ewropayê bikevin nava hewldanan.

Li binê daxuyaniyê mohra wênevan Lenart Asp, rojnamevan-nivîskar Kurdo Baksî, ji Însiyatîfa Aştiyê ya Jinan Latîfe Fegan, hunermend Stîna Holmberg, şanoger Serpîl Înanç, Kemal Gorgu, derhêner Katînka Kassîûs, doktor Tahîre Koçturk, siyasetmedarê Asûrî-Suryanî Yaşar Kuçukaslan, psîkolog Vanessa Înglessî, Alîkara berê ya Şaredarê Stockholmê Ann-Margarethe Lîvh û rojnamevan-nivîskar Ragip Zarakolû hene.