Rêwiyên Azadiyê banga ‘17’ê Sibatê em biherikin Kolnê’ kirin
Rêwiyên Azadiyê hemû berxwedêrên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistan û Ewropayê li pêngava Saarbruckenê ya ji Mannheîm heta Strasboûrgê meşiyan, silav kirin.
Rêwiyên Azadiyê hemû berxwedêrên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistan û Ewropayê li pêngava Saarbruckenê ya ji Mannheîm heta Strasboûrgê meşiyan, silav kirin.
Rêwîtiya Azadiyê ku di 10'ê Sibatê de li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dest pê kir, li Saarbruckenê di roja 5'emîn de domiya. Rêwiyên Azadiyê li bajêr meşiyan, Meşa Azadiyê ya ku di 22'ê Çileyê de ji Parîsê heta Strasboûrgê û di 11'ê Sibatê de jî ji Baselê heta Strasboûrgê meşiyan, bi her du baskên Meşa Mezin a Azadiyê ya ji Qers û Wanê dest pê kir, silav kirin; Bang li hemû gelê Kurd û hemû mirovahiyê kir ku piştgiriyê bidin meşa dîrokî ya dawiya hefteyê dê li Kolnê bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin:
“Weke Rêwiyên Azadiyê em her du şaxên Meşa Mezin a Azadiyê ya ji Qers û Wanê dest pê kir, meşa Parîsê ya li Fransayê ku di 22’ê Çileyê de dest pê kir û berxwedana meşa Basel-Strasboûrgê ya ji aliyê enternasyonalîstên 11’ê Sibatê ve hatiye destpêkirin silav dikin. Banga me ji hemû gelê Kurd, ciwanên Kurd, jinên Kurd û hemû beşên civakê yên ku alîgirê azadiyê ne ev e ku; Di 17’ê Sibatê de em weke gelê Kurd û hezkiriyên Rêber Apo dakevin kolanên Kolnê. Bijî Rêber Apo.”