Redcrow: Li Efrînê paqijiya etnîkî tê kirin

Analîstê Emrîkî Redcrow ku di Rûniştina Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî (NY) de axivî ragihand ku dewleta Tirk li Efrînê paqijiya etnîkî dike û li dijî dewleta Tirk banga ketina tevgerê li NY kir.

40. Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ku 25'ê Sibatê li Ofîsa Netewên Yekbûyî (NY) a Cenevre destpê kir, didome. Di 40. Rûniştinên Mafên Mirovan de binpêkirinên mafên mirovan ên li welatên cûda hate gotubêj kirin. Di rûniştinan de polîtîkaya dewleta Tirkiye ya li Sûriyeyê hate rexne kirin û analîstê şerê Navnetewî yê Emrîkî Dr. Thoreaû Redcrow di rûniştinê de axivî û bal kişand li ser dagirkeriya dewleta Trik a li Efrînê.

‘DAGIRKERÎ VEGUHERIYE KABÛSÊ’

Redcrow destpêka axaftina xwe de dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kir û wiha got; “Ez dixwazim bala konseyê bikêşînim li ser bûyerên li Rojavayê Kurdistan yanî Bakurê Sûriyeye ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Piştî dagirkerina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk ve bûyerên li herêmê çêdbin ji bo gel veguheriye kabûsê. Efrîn beriya dagirkeriya dewleta Tirk herêma herî bi ewle û di nava aştiyê ji bo hezaran penaberan bûbû stargeh.”

‘TIRKIYE PAQIJIYA ETNÎKÎ DIKE’

Thoreaû Redcrow got piştî dagirkeriya dewleta Tirk li herêmê paqijiya nîjadî tê kirin û wiha domand; “Kargeh û malên Kurdan ji aliyê leşkerên Tirk û komên girêdayî wê ve hatin talan kirin. Mîrasa dîrokî û abideyên Kurdî yên li bajêr hatin rûxandin. Li bajarê ku hatî dagirkirin de destavêtin, sûîqast, ji bo fîdye revandina mirovan, û gelek pêkanînên din tê jiyîn. Li bajêr sîstema perwerdehiyê û navên kolanan bi Tirkî hatin guhertin. Destdanîn li ser zeytûnên Efrînê û dahata ji wir dihat. Ev hemû dide nîşandan ku bi destê dewleta Tirk li Efrînê paqijiya etnîkî tê kirin.”

‘DIVÊ LI DIJÎ GEFÊN ERDOGAN BÊDENG NEMÎNIN’

Redcrow diyar kir ku metirsî heye pêvajoya li Efrînê li Bakur rojhilatê Sûriye û herêma Rojava jî were jiyîn û got; “Ev çend meh in Erdogan gefa dagirkeriyê li vê herêmê dixwe. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê gefa tinekirinê li YPG, YPJ û SDF (QSD) kir ku DAÎŞ ji aliyê van hêzan ve hate têk birin. Li dijî vê bêdengiya civaka navnetewî nayê qebûl kirin.”

‘DIVÊ NY BIKEVE NAVA TEVGERÊ’

Herî dawî Thoreaû Redcrow bang li NY kir ku herêma Rojava ji bo qada hewayî qedexe were îlankirin û li dijî gefên Erdogan banga ketina tevgerê kir û got; “Gelê herêmê yê ku bi qehremanî li dijî DAÎŞ’ê şer kir divê were parastin û heq dikin ku dinava aşitiyê de bijîn. Îro hemû dewletên li vir amade divê spasiya YPG, YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bikin. Divê destûr neyê dayîn ku Rojava ya ku li dijî DAÎŞ’ê şer kir û serketin bidestxistin metirsî li ser çêbibe.”