Rayedarên YE’yê diçin Tirkiyeyê

Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel û Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leeyen, wê di hefteya pêşiya me de biçe Tirkiye û li gel Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan bicivin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê berdevkiya Serokê Belçîka ya Konseya Ewropa Charle Mîchel ve hate kirin, wê serdan 6’ê Nîsanê pêk were. Tê payîn ku serokên Konseyê û Komîsyonê li gel Serokkomarê Tirkiye Erdogan bicivin.

Charles Mîchel û Ûrsûla von der Leyon 19’ê Adarê bi rêya vîdekonferansê li gel Serokkomarê Tirk civiyabûn.

Hefteya dawî di civînên onlîne ya lûtkeya YE’yê de serokên hikûmet û dewletan ên 27 welatan têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re nîqaş kirin.

Tevî binpêkirinên mafên mirovan ên girian, êrîşên dagirkeriya rejîma Erdogan, gefên li ser Ewropayê jî dîsa YE’yê biryara pêkanînan paş xistin.