Rayedarên Fransî û Kurdan bang li hikumeta Fransayê kirin

Rayedarên Fransî û Kurd ên roja Şemiyê ji bo edaletê li Parîsê meşiyan, bang li hikumeta Fransayê kirin ku hem komkujiyê ronî bikin, hem jî di mijara Rojava de bi berpirsyarî rabe.

Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Pîerre Laûrent, Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal, endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar û Seroka Komeleya France-Kurdistan Sylvîe Jan di dema meşa 12'ê Çileyê ya li Parîsê de ji ANF'ê re axivîn.

PÎERRE LAÛRENT: KOMKUJÎ BI FERMANA ERDOGAN PÊK HAT

Laûrent got, "Em îro bi Kurdan re ne, ji ber ku em qebûl nakin ku 6 sal in berpirsyarê qetilkirina jinên Kurd nehatine darizandin. Em pê zanin ku ev komkujî bi fermana Erdogan û dewleta Tirk hatiye kirin. Divê edalet heta dawiyê bi cih were û heta ku rastî bi temamî derkete holê, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Laûrent her wiha diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna Kurdan a bi wêrekî li dijî cîhadîstên li Sûriyeyê dimeşînin.

Laûrent got, divê piştgirî ji şervan û milîtanên Kurd hemûyan re bê dayin û diyar kir, ew ê di nava her şert û mercî de piştgiriya wan bikin.

REMZÎ KARTAL: LÊGERÎNA LI EDALETÊ WÊ BIDOME

Remzî Kartal jî diyar kir ku gelê Kurd daxwaza edaletê dike û got, "Kujer hîn nehatine eşkerekirin. Ev lêgerîn wê bidome. Heta ku kujer bên cezakirin, di wijdanê raya giştî de were mehkûmkirin, ev têkoşîn wê dewam bike. Komkujiya li vir, tecrîdkirina Rêber Apo, polîtîkayên li ser pirsgirêka Kurd, hemû parçeyên konseptekê ne. Bicihhatina edaletê, eşkerebûna rastiyê wê xizmetê ji çareseriya pirsgirêka Kurd re bike."

Kartal bang li raya giştî ya navneteweyî, gelê Fransayê, hêzên demokratîk û hikumeta Fransayê kir ku rastiyê derxînin holê.

Kartal bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin û got, "Şikandina tecrîdê gava bingehîn a çareseriya pirsgirêka Kurd e."

ZUBEYÎR AYDAR: EM Ê LI PEY DOZÊ BIN, KUJER WÊ WERIN CEZAKIRIN

Zubeyîr Aydar bi bîr xist, ku komkujî ji aliyê MÎT'ê, hikumeta Tirk ve hate plankirin û pêkanîn. Aydar işaret bi xemsariya dewleta Fransayê kir û got, "Ev gel daxwaza edaletê dike. Em ê li pey vê dozê bin. Kujer wê teqez bên cezakirin."

Aydar anî ziman, têkoşîna gelê Kurd têkoşîneke hevgirtî ye û got, "Ev gel di her astê de li ber xwe dide. Li Bakur, Başûr, Rojava li her derê li ber xwe dide. Berxwedan wê bidome. Ev berxwedan wê teqez azadiyê bi xwe re bîne."

SYLVÎE JAN: MEŞA EDALETÊ MESELEYA FRANSIYAN HEMÛYAN E

Sylvîe Jan jî diyar kir, ew ji edaleta Fransayê dixwazin ku yên fermana komkujiyê dane eşkere bike, lê bipirse û mehkûm bike. Jan bang li Serokkomarê Fransayê û hikumeta Fransayê kir ku bi erka xwe ya siyasî rabin û got, "Gelo Komara Fransayê wê qebûl bike ku dewletek li ser axa Fransayê sûcekî bike yan na? Bi dîtina me ev yek ne ya qebûlkirinê ye, binpêkirina demokrasiyê ye. Ev têkoşîna ku em ji bo edaletê dikin, meseleya Fransiyan hemûyan e. Ji ber ku demokrasî Fransiyan hemûyan eleqedar dike.

AŞTÎ BI AZADIYA OCALAN DIBE

Jan bal kişand ser berxwedana Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdê û got, "Jinûve destpêkirina hevdîtinên ji bo aştiyê, bidawîbûna dîktatoriyê, pêkhatina aştiyê li herêmê û aştiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan dibe. Îzolasyona ku bi salan e lê tê ferzkirin, binpêkirina mafên girtiyan û binpêkirina peymanên navneteweyî ye. Ev daxwaza edaletê hemû Kurdan eleqedar dike."