Radyoya Swêdê: Tirkiye sûcê şer dike

Radyoya Dewletê ya Swêdê (Sr) ragihand artêşa Tirk li Bakurê Sûriyê sûcê şer dike.

Radyoya Dewletê ya Swêde, nûçegihana wê ya Rojhilata  Navîn Cecîlîa Uddên got agahî hene ku dewleta Tirk dema dagirkeriya ser Bakurê Sûriyê sûcê şer kirine.

Uddên ku bûyerên li ser sînorê Iraq Sûriyê dibin ji raya giştî ya Swêd re radigîne, agahî da ku bi sed hezaran Kurd ji bo ku xwe ji êrîşên dewleta Tirk biparêzin ji bêgavî şûnwarê xwe berdane.

Rajnamevan got herî pir ew ji wê behitî ye ku di vîdeoyekê de leşkerên kirêkirî yên Tirkiyê (OSO)  li şervanekî Kurd yê li rex rê yê girêdayî direşîninin û dikujin.

Uddên got, ''Heke ev were piştrastkirin ev sûcê şer''. Uddên her wiha got li Bakurê Sûriyê bi sed hezaran Kurd ji ber êrîşên Tirkiyê reviyane û got, ''Şer didome û Kurd li dijî mezintirîn artêşa duyan a NATO'yê hewl didin ku xwe biparêzin.''

Udden her wiha got agahî hene ku leşkerên kirêkirî yên Tirk vîdeo girtine dema ku girtiyên ji Sûriyê dikujin.