Qurbaniyên qetlîama li Hanaûyê hatin bibîranîn

Ji bo 9 ciwanên 19’ê Adara sala 2020’an ji aliyê nijadperestan ve hatin qetilkirin, merasîma bibîranînê hat li dar xistin.

Li bajarê Hanaû yê Elmanyayê, ji bo Gokhan Gultekîn, Sedat Gurbuz, Said Nesar Haşimî, Mercedes Kîerpacz, Hamza Kenan Kurtovîć, Vîlî Vîorel Păun, Fatîh Saraçoglû, Ferhat Ûnvar û Kaloyan Velkov ku 19’ê Adara sala 2020’an di encama erîşeke bi nijadperestî de hatin qetilkirin, merasîme bibîranînê hat lidarxistin.

Ji ber sala 3’emîn a qetlîamê, bi tevlêbûyîna komên antîfaşîst, çepgir û Kurdan li Oberbîlk Markê mîtîng hat lidarxistin.

Berdevkên komên çepgir, li mîtîngê yek bi yek axivîn û daxwaz kir ku ber li rastgiriya zêde bê girtin. Li ser navê Tevgera Jinên Kurd jî Arzû Sorar axivî. Arzû Sorar, agahî di der barê erdhejê de dan ku 6’ê Sibatê li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê rabû û banga piştevaniyê kir.

Komên ku ji vir dest bi meşê kir, dirûşmeyên ‘’Na ji nijadperestiyê re’’, ‘’Hevgirtin li dijî faşîzmê’’, ‘’Me ji bîr nekiriye û nakin’’ û ‘’Em piştevaniyê zêde bikin’’, hatin berzkirin.