QSD'ê bîlançoya êrîşan û şer eşkere kir
QSD'ê bîlançoya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, her wiha bersiva hêzên wan a li hemberî êrîşan eşkere kir.
QSD'ê bîlançoya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, her wiha bersiva hêzên wan a li hemberî êrîşan eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya 27ˈê Çileyê ya çalakiyên bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê weşandin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Hêzên dewleta Tirk a dagirker doh (Duşem) ji saetên sibehê heya saetên êvarê, êrişên xwe yên bi balafirên şer û yên bêmirov li ser gundên derdora Bendava Tişrînê berdewam kirin û bi dijwarî bi obîsan jî topbaran kirin. Di çarçoveya van êrişan de, balafirên şer 5 caran êriş kirin, lê tu ziyan çênebûn.
Hêzên me bersiva êrişên dijmin dan; Yekîneyên Şehîd Harûn li devera di navbera Girê Syriatel û Wargeha Leşkerî ya Şehîd Sosin de 3 caran li komeke çeteyan xist. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û çeteyên din jî reviyan. Her wiha erebeyeke çeteyan bi temamî hat rûxandin.
Şervanên me li gundekî nêzî Girê Syiratel bi çekên giran nuqteyeke çeteyan topbaran kir. Di encamê de nuqte bi temamî hat wêrankirin. Bi qasî hat tesbîtkirin 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
Li eniya Dêr Hafirê jî tevgera balafiran li asîmanê herêmê ranewestiya. Yekîneyên Şehîd Harûn 2 çalakî li dar xixtin. Di encamê de erebeyeke çeteyan û nuqteyeke wan hatin îmhakirin.
Çeteyan hewl da derbasî Dêr Hafirê bibin û êrişî nuqteya hêzên me kir. Şervanên me bersiva êrişê da û di encamê de çeteyek hat kuştin, erebeyek û hin çek hatin desteserkirin.
Şervanên me li eniya Pira Qereqozaxê li dijî nuqte û kombûnên çeteyan çalakî li dar xistin. Di çarçoveya çalakiyan de, şervanên me êrişî benda kontrolê ya çeteyan a li Girê Xwedê kir û erebeyeke çeteyan kir hedef. Di encama çalakiyan de hejmarek çete hatin kuştin û hinek din birîndar bûn.
Şervanên me li gundên Qebir Îmo û Girê Erş çalakî li dijî çeteyan li dar xistin, di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Yekîneyên Şehîd Harûn jî li baregehên çeteyan ên li Girê Xwedê û Girê Newroz xistin. Di encamê de tankeke çeteyan û nuqteyek wan hatin îmhakirin.
Ji ber derbeyên giran ên ku çeteyan bi destê şervanên me xwarin, balafirên şer gundên Xeseq, Tîna, Bîr Hiso, Girik û Melha, balafirgeha Sirîn, Girê Sêvê û embarên genim ên Sirînê bi dijwarî bombebaran kirin. Gundên Xeseq, Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan û Qereqozaxê jî bi obîsan topbaran kirin. Di topbaran û bombebaranê de zirar li hêzên me nebûn."