QSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî ya berxwedana li dijî dagirkeran weşand
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku li Pira Qereqozaxê û derdora Bendava Tişrînê di çalakiyan de gelek dagirker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku li Pira Qereqozaxê û derdora Bendava Tişrînê di çalakiyan de gelek dagirker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya çalakiyên 24 saetên dawî yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Şervanên me ku rasterast bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin, doh (Çarşem) li gundewarê bakurê Bendava Tişrînê li nuqteyeke kombûna çeteyan xist. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Hejmara kuştiyan nehat zanîn, lê bi qasî hat tesbîkirin 3 çete birîndar bûn. Du çeteyên din jî ku li motorsîklêtê bûn hatin kuştin.
Balafirên şer û yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li derdora bendavê û cihên karkeran jî dewam kir. Balafirên bê mirov li nêzî gundê Xirbe Tiwênî nuqteyeke hêzên me bombebaran kir, di encamê de şervanek şehîd bû û yekî din bi sivikî birîndar bû.
Li Kobanê jî, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Mezreya Ehmed Munîr bombebaran kir. Di encamê de zerarên madî yên mezin li mezreyê bûn. Çeteyên li bajarê Cerablusê jî bi obîsên giran gundên Beyad û Cubna yê li rojavayê Kobanê topbaran kirin, lê top li erdekî vala kirin û zirar çênebûn.
Şervanên me li Girê Qereqozaxê û Girê Newroz du çalakiyên bibandor li dar xistin Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, bi qasî hat zanîn 3 çete birîndar bûne.
Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker di dirêjahiya rojê de li ser bajarokê Eyn Îsa û gundewarê digeriyan."