Qetlîamên dewleta Tirk a li ser jinan li Swîsreyê hatin protestokirin

Êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Helîncê ya Kobanê ku 3 jin şehîd bûn li bajarê Bern, Basel, Cenevere û Zurhê bi çalakiyên bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsre (YJK-S) hatin protestokirin.

BERN

Kurdistanî û dostên wan ên li Bahnhofplatzê hatin ba hev wêneyên jinên hatibûn qetilkirin hildan mîtîngek kirin. Di mîtîngê de pankarta ‘Wê jin cîhanê biguherin’ û ‘Qatilê jin û zaroka Erdogan’ alên PKK, YPG û posterê Ocalan hildan. Di mîtîngê de li ser navê Defend Rojava (Rojava Biparêze’ axaftin hate kirin û piştre jî belavokek bi Elmanî hate xwendin. Çalakî bi dirûşman qediya.

BASEL

Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya Parlementoya Kantonê ya Markplatzê kom bûn, qetlîamên dewleta Tirk protesto kirin.

ZURÎH

Bi çalakiyekê ya li Helvetîaplatzê pêşiya Dêra StJacobê hate kirin dagirkeriya Tirk a jinê dike hedef protesto kirin. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û bi Elmanî belavok hate xwendin. Her wiha banga tevlîbûnê li çalakiya ku wê 27’ê Hezîranê roja Şemiyê li Helvetîaplatzê bê lidarxistin, kirin.

CENEVRE

Kurdistaniyên li pêşiya avahiya Komîseriya Bilinda Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kom bûn êrîşên qirker ên dewleta Tirk ku jinê dike hedef protesto kirin.