Qetlîama li Ewropayê hate şermezarkirin, banga tevlîbûna meşê kir

Partî û saziyên ku qetlîama li Elmanyayê şermezar kirin, bang li gelan kirin ku li dijî faşîzmê tevlî meşan bibin.

KON-MED, CÎK,DÎDF û HDP’ê têkildarî êrîşa nîjatperest-faşîst a li Elmanyayê daxuyanî dan.

KON-MED di daxuyaniyê de diyar kir ku malbatên Kurd niha li ber derê navenda çanda Kurd kom dibin û gelek mirov li ba hev kom dibin û êşên hev parve dikin.

KON-MED bang kir ku saet 18:00’an di serî de meclîs, hepar, hemû gel û derdorên hestyar wê li Hanaû Marktplatzê kom bibin û meşekê lidar bixin.

Civaka Îslamî ya Kurdistan (CîK) jî diyar kir ku divê di serî  de hemû welatiyên Elmanî yên li Elmanya dijîn û hemû biyanî li dijî nîjatperestiyê  bi hev re tevger biki. CÎK’ê bang li dewleta Elmanya kir ku li dijî nîjatperestiyê tedbîrên pêwîst bigirin.

Federasyona Komeleyên Karker ên Demokratîk (DÎDF) jî di daxuyaniya xwe de bal kişand ku hikûmeta Federal gelek carî çavê xwe li û xwe li propagandayên nîjatperest-faşîst girtiye. DÎDF diyar kir ku divê gel li dijî nîjatperestî têkoşînê xurt bike û demildest hikûmeta Elmanya divê propagandaya rêxistinên nîjatperest-faşîst ên li dijî koçber û biyaniyan qedexe bike

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temelî jî diyar kirin ku ev êrîş nîşaneya ku hemû cîhan di nava nîjatperestiyê de maye û gotin: “Pêkhanina qetlîamên wiha di serî de li Ewropa û hemû cîhanê dide nîşandan ku bê çiqasî rê ji bo vê hatiye dayîn û polîtîkayên nîjatperestiyê hatine asayîkirin.”