BI DÎMEN

Qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hate şermezarkirin

Li Atînayê qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Bahadîn a ji aliyê dewleta Tirk ve hate protestokirin û peyama têkoşîna li dijî qirkirinê hate dayîn.

LI ATÎNAYÊ ÇALAKÎ

Kurdistanî û dostên wan ên ku bi banga Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê li Qada Syntagma ya li pêşiya Parlamentoya Atînayê li hev civiyan, qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn û qetilkirina sivîlan a li bajarê Qamişlo yê Rojava ya ji aliyê dewleta Tirk ve protesto kirin.

Di çalakiyê de flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê û pankartên şehîdên êrîşan hatin hilgirtin û ji aliyê Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê, Înîsiyatîfa Ji Bo Rojava Rabe û Komîteya Jinan ve daxuyanî hatin dayîn.

Îsmet Akûrt li ser navê Navenda Çandê axivî û ev yek anîn ziman:

‘’Dijmin ji bo ku li hemberî gelê Kurd qirkirinê pêk bîne û Tevgera Azadiyê tasfiye bike,  her tiştî dike. Ji bo ku van êrîşên qirkirinê hewlên dîplomatîk dide. Di van pêvajoyên kaosan de hesabêb gelê Kurd jî hene. Çawa ku piştî kaosên li Rojava û Başûr gelê Kurd statû bi dest xist, heman rewş ji bo Bakur û Rojhilat jî derbasdar e. Em dikarin dewleta Tirk a qirker û dîktatoriya Erdogan hilweşînin. Ev yek bi yekîtiyê pêkan e. Divê em li hemberî dagirker, xaîn û îxanetên Malbata Barzaniyan xwedî sekneke diyar bin.’’ 

Akûrt di axaftina xwe de destnîşan kir ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di Dadgeha Mafên Mirovan de were nirxandin û bang kir ku heya roja dadgehê, qasî 20 rojan bênavber çalakî bên lidarxistin.