Polîsê Îngilîz ê ku di çalakiya Ocalan de nijadperestî kiribû, hate cezakirin

Li Londonê ya ku paytexta Keyîtiya Yekbûyî ye, di sala 2016’an de ji bo azadiya Ocalan meşek hatibû lidarxistin. Di meşê de polîsê bi navê Marcûs Tyson ê ku nijadperestî kiribû, heta hetayê ji peywirê hate dûrxistin.

Li Londonê di 14’ê Tebaxa 2016’an de ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê bi daxwaza ‘Azadî ji Ocalan re’ meşek hatibû lidarxistin. Di vê meşê de polîsê bi navê Marcûs Tyson li dijî çalakgeran bi zimanekî nijadperest û êrîşkar gotibû:  “Ev der welatê min e, tiştên ku divê ez bikim hûn nikarin ji min re bibêjin.”

Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê vî polîsê nijadperest gilî kiribû û doz hatibû vekirin.

Piştî darizandina du salan polîs Tyson ji kar hate avêtin. Serokê dadgehê Lûîsa Cîecîor got ku vê helwesta polîs nayê qebûlkirin û ji bo helwesta polîs jî got: “bêhurmet û nijadperest e.”