Polîsan girtin ser tekane kampa ZAD’ê ya li Swîsreyê
Polîsan girtin ser Kampa ZAD’ê (Herêma divê were parastin) ya ku li Swîsreyê li ser Girê Mormontê hatiye avakirin.
Polîsan girtin ser Kampa ZAD’ê (Herêma divê were parastin) ya ku li Swîsreyê li ser Girê Mormontê hatiye avakirin.
Polîsan bi hinceta valakirinê girtin ser Kampa ZAD’ê ya li ser Girê Mormontê ya di navbera gundê Eclepens û La Sarraz ên di navbera Lozan û Yverdoen le Baînsê de hatiye avakirin.
Kamp ji bo ku pêşî li berfirehkirina şîrketa çîmentoyê ya Holcîmê were girtin, di Cotmeha 2020’an û heta niha li qadê hatiye avakirin.
Gelek polîs tevlî mudaxeleyê bûn. Çavdêrên ku hikumeta kantona Vaûdê ew peywirdar kirine jî li cihê bûyerê ne.
Nêzî 50 endamên ZAD’ê li ber gir ji mirovan barîkatek çêkir. Çalakgeran dest danîne ser fabrîkeya Holcimê û diyar dikin ew dixwazin berxwedaneke afirîner bikin.
Li gorî saeta herêmî derdora 11.00’an de polîsan diyar kirin ku wan 11 çalakger derxistine û 34 kes jî destgîr kirine.
Him şîrketa Holcîmê û him jî komuna La Sarrazê ji bo ku çalakgeran ji herêmê derxînin serî li dadgehê dabûn. Endamên ZAD’ê îtîraz kirin lê dadgehê biryar da ku piştî 30’ê Adarê herêm were valakirin.
Endamên ZAD’ê ji bo ku karê polîsan zehmet bikin li gelek deran barîkatên parastinê ava kirine.
Di rojên dawîn de piştgiriya ji bo ZAD’ê zêde dibe. Roja Înê xwepêşandeke protestoyê hate kirin û bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn.
Hate diyarkirin ku hefteya borî wezîrekî berpirsê Jîngeh û Ewlekariyê jî bi endamên ZAD’ê re hevdîtinek kiriye, lê derbarê hevdîtinê tu agahî derneketin holê.
Tevgera ZAD’ê piranî li dijî projeyên pêşketinê li qadên vekirî kampan ava dikin û li vir tarzên jiyana otonom dixin meriyetê. Ev der bêtir qadên ji bo çandinî û jîngehê ne. Derbarê kampan daneyên fermî tune lê li gorî texmînan li Fransayê ji serê sala 2016’an heta niha derdora 10-16 herêmên ZAD’ê hene.