Ciwanên Kurd ên bêdengiya saziyên Ewropî ya li hember tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto dikin, saet 11:00’an li ber avahiya CPT’ê ya li Strasboûrg a Fransayê çalakiya bêîteatiya sivîl dan destpêkirin.
Ciwanên ku bendên dorî avahiyê derbaskirin, posterên Rêberê Gelê Kurd û alên PKK’ê hildan, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Ciwanên ku têkildarî çalakiyê daxuyanî dan got: “22 sal in Rêber Apo di nava sîstemek êşkenceyê de tê dîlgirtin. Ev esreteke welê ye ku dixwazin li ser hemû Kurdan bidin ferzkirin. Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) çavê xwe li binpêkirinên li Îmralî rû didin digire. Em ciwanên Kurd bi vê çalakiyê dixwazin ku Ewropa dev ji vê siyaseta qirêj a li hember Rêber Apo tê kirin, berdin.”
Polîsên Fransî saet derdorî 13:40’î mudaxeleyî ciwanan kir, bikêmanî 2 ciwan destgîrkirin.
Ciwan li hember êrîşa polîsan a bi gazê û jopan dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Ciwan Fedayên Rêber Apo Ne’ qîr kirin. Ciwanên li derveyî avahiyê jî, bi dirûşman destek dan.