Şîrketa çîmentoyê ya bi navê Lafarge-Holcîm di warê germa global de jî roleke wê ya mezin heye. Di heman demê de li dijî vê şîrketê dozek heye ku fînansmaniya DAÎŞ’ê dike.
Komên otonom ên ku li dijî şîrketa Holcîmê dixwazin gire Mormontê biparêzin di Cotmeha 2020’an de ZAD (Herêma divê were parastin) ava kirin. Vê komê li vir kamp ava kiriye û modela jiyaneke alternatîf dimeşîne. Piştî biryara dadgehê polîsan girte ser vir. Di 30’ê Adarê de ji bo valakirina kampê polîsan dest bi mudaxeleyê kirin. Operasyon du rojan domiya. Endamên ZAD’ê li gelek deran barîkat ava kirin û gelek caran li hemberî polîsan şer kirin.
Hate diyarkirin ku di dawiya rojê de lêpirsîn li ser 29 kesan hate kirin û 12 kes hatine destgîrkirin.
Şîrketa Holcîmê li bendê ye ku daxwaza wan a li ser girê Mormontê pêk were ji ber nerazîbûnan Dadgeha Federal projeya berfirehkirinê dabû sekinandin. Li gorî endamên ZAD’ê wê projeya berfirehkirinê xwezaya Girê Mormontê ji holê rake.
Kampa ZAD’ê ya li ser Girê Mormontê ya di navbera gundê Eclepens û La Sarraz ên di navbera Lozan û Yverdoen le Baînsê de hatiye avakirin. Tevgera ZAD’ê piranî li dijî projeyên pêşketinê li qadên vekirî kampan ava dikin û li vir tarzên jiyana otonom dixin meriyetê. Ev der bêtir qadên ji bo çandinî û jîngehê ne. Derbarê kampan daneyên fermî tune lê li gorî texmînan li Fransayê ji serê sala 2016’an heta niha derdora 10-16 herêmên ZAD’ê hene.
LI GIRÊ MORMONTÊ ÇALAKIYÊN JI BO ROJAVA
ZAD’ê di serê meha Mijdarê de Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kiribû û bi qasî hefteyekê çalakî kiribû. Têkoşîna ZAD’ê piştgiriyê dide Rojava.
Komîteya Rojava ya Cenevreyê jî diyar kir ku şîrketa Laferge-Holcîm a çîmento tê sûcdarkirin ku bi milyonan dolar dane çeteyên DAÎŞ û El Kaîde yên li Sûriyeyê.