Platforma Bawermendên Mezopotamya ji bo tevlîbûna çalakiya Maastrîcht bang kir

Platforma Bawermendên Mezopotamya, li dijî qeyûm û dagirkeriya Tirk banga tevlîbûnê li çalakiya ku wê 21’ê Îlonê roja Şemiyê li bajarê Maastrîcht a Hollandayê bê lidarxistin bibin kir.

Platforma Bawermendên Mezopotamya ya daxuyaniyek nivîskî da bang li hemû baweriyên cihê yên li sirgûnê dijîn kir.

Platformê got: “Divê em yekîtî û biratiya xwe nîşanî her kesê bikin.” bang li Êzidî, Elewî, Xiristiyan, Yahûdî û Misilmanan kir ku tevlî çalakiyê bibin.