Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê: Rêber Apo bûye hêviya mirovahiyê
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê bal kişande ser komploya navnetewî û got, ''Hem PKK û hem jî Rêber Apo bûye hêviya mirovahiyê.''
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê bal kişande ser komploya navnetewî û got, ''Hem PKK û hem jî Rêber Apo bûye hêviya mirovahiyê.''
Platforma Baweriyan a Mezotomyayê ji bo salvgera komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke niviskî da.
Platformê hilweşandina bajarên bakurê Kurdistanê, armanca tasfiyekirina siyaseta demokratîk a li bakur, girtina bi deh hezaran Kurdî, daxwaz û êrîşên dagirker ên li ser Rojava, Şengal, Mexmûr, Qendîlê bi bîr xist û got, ''Ev geşedan û tecrîda li ser Rêbertiya Gelê Kurd û êşkence nîşan didin ku komploya navnetewî didome.''
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Bi desteka NATO'yê û DYE'yê Rêbertiya Gelê Kurd hêsîr kirin û radestî dewleta Tirk kirin. Dewleta Tirk tevahiya dîrokê çawa li Rêberê Kurd kiribe, ji bo ku Kurdan bike gewdeyeke bêserî, tevgerê û gel bê rêbertî bihêle ji 15'ê Sibata 1999'an û wir ve li Imraliyê bi tecrîda giran û êşkenceyê dixwaze vîna gelê me bişkîne.''
Bi berdewamî hate diyarkirin dewleta Tirk konjonktrûa navnetewî ji bo xwe weke fersendê dibîne, bi dorpêça siyasî, leşkerî, dîplomatîk dixwaze tevgerê ji rêbertiya wê qut bike, bi tecrîd û êşejnceyê dixwaze gel û baweriyên qedîm tine bike û got, ''Ên ku li tecrîda mitleq a girankirî radiwestin, ji ber vê sedemê li Şengalê fermanên nû li ser gelê me yê Êzîdî radikirin, dixwazin Rojava û Başûr dagir bikin.''
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê her wiha got, ''Rêberê Gelê Kurd ku li dijî modernîteya kapîtalîst bi modernîteya demokratîk dîrok di berjewendiya gelan û baweriyan de qulibandineye ev 23 sal in êşkence û tecrîda giran li ser hatiye danîn.''
Platformê herî dawî wiha got:
''Bi keda mezin a bi salên dirêj û têkoşîna dastanî ya dîrokî ya bênavber hem PKK û hem jî Rêber Apo îro bûye hêviya mirovahiyê. Rêberê Gelê Kurd ne tenê rêbertiya Kurdan her wiha rêbertiya herî girîng a polîtîk, îdeolojîk û felsefî ya şoreşa cîhanê ye, dema ku azad bû wê ne tenê Kurd bi ser bikevin, mirovahî jî wê bi ser bikeve. Şikandina tecrîda mitleq û êşkenceyê, têkbirina dagirkerî û faşîzmê, azadbûna Rêber Apo hev temam dikin. Ji bo Kurdistana Azad û Mirovahiya Azad em gel û baweriyên qedîm ên Mezopotamyayê dibêjin, ''Niha dema Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad e', bang li gelê Kurd dikin ku têkoşîna birûmet bikin.''