Piştî êrîşa nijadperest wê li Hanaûyê merasîm were lidarxistin
Li bajarê Hanaûyê yê Elmanyayê di êrîşa nijadperest de 9 kes hatibûn qetilkirin. Ferhat Unvan ê ku hatibû qetilkirin wê roja Duşemê cenazeyê wî were veşartin.
Li bajarê Hanaûyê yê Elmanyayê di êrîşa nijadperest de 9 kes hatibûn qetilkirin. Ferhat Unvan ê ku hatibû qetilkirin wê roja Duşemê cenazeyê wî were veşartin.
Wê li eywana sporê ya Heînrech Heîne Tûrnhalleyê ya Karlsbader str.12 Hanaûyê şîn were danîn.
Piştre wê cenazeyê Ferhat Unvan saet di 15.30’an de bibin goristana li Haûpfrîedhofê. Tê payîn ku wê Wezîrê Karê Navxweyî û Şaredar jî tevlî vê merasîmê bibe.
Piştî merasîma veşartinê wê li eywana sporê şîn were gerandin.
Nijadperestekî Elman di 19’ê Sibatê de li Hanaûyê êrîşî du kafeyan kiribû, 5 jê Kurd 9 kes qetil kiribû.