“Pirtûkxaneya Rêbertî” li Dragûîgnan’ê ye
Îro di saetên sibehê “Pirtûkxaneya Rêbertî” ji bajarê Marsîlya ya Fransayê dest bi tûra xwe kir gihîşt bajarê Dragûîgnan’ê.
Îro di saetên sibehê “Pirtûkxaneya Rêbertî” ji bajarê Marsîlya ya Fransayê dest bi tûra xwe kir gihîşt bajarê Dragûîgnan’ê.
Bi armanca danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji raya giştî ya Ewropayê re, tûrên “Pirtûkxaneya Rêbertî” ya bajarên Ewropayê didome.
“Pirtûkxaneya Rêbertî” ku îro di saetên sibehê ji bajarê Marsîlya ya Fransayê dest bi tûra xwe kir gihîşt bajarê Dragûîgnan’ê.
Piştî ku “Pirtûkxaneya Rêbertî” li gelek deverên Marsîlyayê geriya, li Meydana Vîeûx-Portê têkildarê tecrîd û komploya li hemberî Abdulah Ocalan agahdarî da.
Piştî broşur û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, agahdarî û belavokan “Pirtûkxaneya Rêbertî” ber bi bajarên Antîbes û Nîce ket ser rê. Li her du bajaran piştî danîna stant, xwendina belavokan û agahdariyê ber bi bajarê Dragûîgnanê bi rê ket.
Li bajarê Dragûîgnanê jî “Pirtûkxaneya Rêbertî” ji aliyê bi sedan wesayîtê ve hat pêşwazîkirin. Tûra “Pirtûkxaneya Rêbertî” wê bi çûyîna bajarên Marîgnane, Avîgnon û Monpellîer bidome.