‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li Bordeaûxê tura xwe ya Başûrê Fransa qedand

‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ya ku her sal ji bo paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li raya giştî ya Ewropaya bide nasandin tê lidarxistin, li Başûrê Fransa tura xwe dom dike. Pirtûkxane îro ji Toûloûseyê gehişte Bordeaûxê.

‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ya ku roja 14’ê Sibatê seatên sibehê li bajarê Marsîlya ya Fransayê dest bi turê kirî, piştî bajarê Marsîlya serdana Nîce, Dragûîgnan, Marîgnane, Montepîller kir. ‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ îro seat 11:00’an piştî bajarê Toûloûse seat 16:00’an gehişte Bordeaûxê.

Li qadê di derbarê tecrîd û komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin hatin kirin û di çarçoveya kampanyaya “100 sedem ji bo darizandina Erdogan” de îmze hatin komkirin.

Di çalakiya ku pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî belavkirin de, dîlan hate girtin û serkeftina Gareyê jî hate pîrozkirin.

‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li Bordeaûxê tura xwe ya Başûrê Fransa bi dawî kir.