‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li Bîelefeldê ye

Gera ‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ya ku pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li raya giştî ya Ewropayê dide nasîn, dewam dike. Pirtûkxane îro li Bîelefeld a Elmanyayê ye.

‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ya ku hefteyeke li Ewropayê tur digere, li gelek bajarên Elmanya raman û nivîsên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da nasîn.

Mîtîng li Bîelefeld a HBF’ê saet 12:00’an destpê kir. Çalakvanan kon û wesayîtek bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û renga rent hatî xemilandin standek danî, li ser pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd, tecrîd û qirkirinên siyasî yên li Kurdisanê axaftin kirin.

Aktivîstan ramanên konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parvekirin, gelek pirtûk û brûşor belavkirin.

Heman deê aktivîstên YXK’ê di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ gelek îmze kom kirin.

Mîtîng bi dirûşim û bi gerandina govendê bi dawî bû.