Pirtûkxaneya Gerok li Romayê Abdullah Ocalan dide nasîn

Pirtûk û fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Îtalya Romayê gihîşt gel.

Pirtûkxaneya gerok roja Şemiyê saet di 16:00 de li qada S. Gîovannî de Matha hate danîn. Li pirtûkxaneyê gelek pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi zimanê Îtalyanî hatine wergerandin hatin nasandin.

Li pirtûkxaneyê pankart û al hatin hildan û bi navê Komîteya Kurd a Romayê û Rete Kurdistan axaftin hatin kirin.

Qisekeran qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin, her wiha hewldanên Ocalan ên ji bo çarseriya aştiyane vegotin.