Pirtûkxaneya Abdullah Ocalan ji Marsîlyayê derbas bû
Pirtûkxaneya gerok a pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê dest pê kir. Pirtûkxaneya gerok wê sê rojan li gelek bajaran bigere.
Pirtûkxaneya gerok a pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê dest pê kir. Pirtûkxaneya gerok wê sê rojan li gelek bajaran bigere.
Pirtûkxaneya gerok a ‘Pirtûkxaneya Abdullah Ocalan’ li gelek bajarên Ewropayê jiyan, fikr û berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide naskirin.
Pirtûkxane di destê sibehê de li pêşiya Navenda Civakî ya Demokratîk a Marsîlyayê bi rê ket û li qada Vîeûx Portê sekinî.
Li vê derê derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komploya 15’ê Sibatê agahdarî hate kirin.
Di pirtûkxaneya gerok de broşurên li ser pirtûk û fikrên Rêberê Gelê Kurd hate belavkirin.
Otobus piştre ber bi komuna Dragûîgnanê bi rê ket û wê piştre biçe Nîce, Montpellîer, Toûloûse û Bordeaûxê.