‘Pirtûkaxaneya Rêbertî’ li bajarê Bernê ye

Di çarçoveya pêngava ‘Bese ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem, dema azadiyê ye’ de îsal “Pirtûkaxaneya Rêbertî” li xwecihiyên welatan de li bajarê Bernê lingê wê yê Swîsre bi dawî kir.

‘Pirtûkaxaneya Rêbertî’ ya bi armanca nasandina paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji Ewropiyan re hatibû organîzekirin, îro lingê wê yê Swîsre li bajarê Bernê bi dawî bû.

“Pirtûkaxaneya Rêbertî” ku roja 9’ê Sibatê ji bajarê Lozanê dest bi tûra xwe ya Swîsre kiribû, piştî bajarên Solothûrn, Zurîh û Lûzernê îro gihîşt bajarê Bernê.

Li Bahnhofplatzê stant hate danîn, li vê derê aktîvîstan agahdarî dan Swîsreyan. Ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin vegotin, aktîvîsta TJK-E’yê jî danezana bi zimanê Elmanî xwend.

‘KAMPANYA ME WÊ BI ÇALAKIYÊN CÛR BI CÛR DOM BIKE’

Aktîvîsta Jin a Kurd Asmîn Engîn ku li Îswîçreyê ji 9’ê Sibatê ve xebatê ‘Pirtûkaxaneya Rêbertî’ birêve dibe, têkildarê xebatan ji ANF’ê re axivî û got:

“Ev 22 salin Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji aliyê rejîma faşîst ê Tirk li Îmraliyê tê girtin, di serî de mijara çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi xwe nivîsî û paradîgmaya li hemberî krîza ku hêzên komploger li Rojhilata Navîn çêkirine, di serî de Îsîçreyî, ji raya navnetewî re vediguhezînin. Tevî şert û mercên zehmet yên ji ber şewbê jî pirtûkxaneya Rêbertî ji li giştî Îswîçreyê rastî eleqeyek mezin hat. Pirtûkxaneya me ya gerok ku îro li Îswîçreyê di roja xwe ya fînalê de bû, ji vê pêvetir ev kampanya me wê çi di çarçoveya pêngava azadiyê ya didome de û çi jî parvekirina ramanên Rêbertî bê navber were domandin.”

Çalakiya “Pirtûkxaneya Rêbertî” di saetên êvarê de bi dawî bû.