Rojnamevanê radyoya France Inter Pîerre Haskî operasyonên qirkirina siyasî ya li ser Kurdan a piştî êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Garê û tawanbarkirina PKK'ê û DYE'yê nirxandî got, ev tawanbarkirin dibe ku li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp vegerin.
Haskî cih da tawanbarkirinê Tirk ên piştî êrîşên dagirker ên li ser Garê. Haskî diyar kir ji aliyekî ve PKK, ji aliyekî ve muxalefet û ji aliyê dî ve DYE bûye hedef û got herî pir hêrsa wî li çar peyvên DYE'yê ku gotî, ''Heke ev agahî rast bin'' rabûye.
Haskî got, ''Tirkiye mirina sêzdah êsîrên şer, helbet li dijî PKK'ê lê her wiha ji bo kesên ku dilxwazên wê ne jî dibêje,'sîxûr diyar e'.
Haskî destgîrkirina ji 700'î zêdetir HDP'yî yê roja 15'ê Sibatê bi bîr xist û got, ''Ji HDP'ê çend sen rêveber destgîr kirin. Li gel fikra Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî Selahattîn Demîrtaş ji 2016'an û vir ve girtî ye.''
Haskî bi vê şîroveyê nirxandina xwe bi dawî kir: ''Serokkomarê Tirk her wiha biryardar xuya dike ku rêveberiya Emerîkayê ya nû bide dîwêr, lê dibe ku ev lê vegere. Gotineke pêşiyan a dîplomatîk a berê ye ku dibêje ji şîlobûnê mirov encex dikare bi kêm xisarê derkeve: Erdogan heke vê krîza Kurd di têkiliyên xwe de yên li gel hevalbendên xwe yên NATO'yê biqulibîne ser rastiya yek saetê dibe ku poşman bibe.''