Peyama ji Strasboûrgê: Çawa be jî em ê bi ser bikevin!

Bavê Fîdan Dogan, Hasan Dogan ku li greva birçîbûnê ya  Strasboûrgê axivî, bang kir ku tecrîda li ser Ocalan were şikandin, siyasetmedar Necmeddîn Demîralp jî got, ''Her çawa be jî em ê bi ser bikevin''.

Bavê Fîdan Dogan, Hasan Dogan ku serdana çalakgerên reva birçîbûnê kirî, bang li Kurdan kir û xwest ku li çalakiyên grevên birçîbûnê xwedî derkeve.

Dogan diyar kir ku Têkoşîna Azadiya Kurd bi deh hezaran berdêl dane û heta bi îro hatine, got tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. Dogan got bi xwedîderketina li grevên birçîbûnê tecrîda li ser Ocalan dikare were şikandin û wiha domand, ''Ev çalakî pir girîng in û divê mirov xwedî li wan derkeve. Hevî dikim saziyên pêwendîdar di derbarê rewşa Ocalan de wê hewldanên hewce bikin û bêyî ku ti mirin çênebin bi encam bibin.''

Dogan ji bo çalakiyên protestokirina komkujiya Parîsê, ku sibe wê were kirin, bang kir ku her kes tevlî çalakiyan bibe.

Hasan Dogan têkilî komkujiya 9'ê Çile jî got, saziyên Kurd li dijî êrîşên wiha yên dijmin divê baldar bin.

REWŞA FRANSAYÊ BI NAKOK E

Dogan got, li gel ku têkiliyên tetîkkêş Omer Guney yên bi Tirkiyê re têne zanîn jî derbarê kesên ku fermana komkujiyê dane tiştek nehatiye kirin û ev jî nîşan dide ku dewleta Fransiz û dadmendiya wê bi nakok e.

DEMÎRALP: ÇAWA BE JÎ EM Ê BI SER BIKEVIN

Siyasetmedar Necmettîn Demîralp jî got konsepta şer a salên 90'î hatiye sazkirin, got faşîzma AKP-MHP'ê ya ku komkujiyê dike, dixwaze derfetên têkoşînê ji holê rake, aboriyê jî mîna amûra zextê bi kar tîne û got, ''Ji salên 90'î û vir be bi milyonan kes bûne parçyeke ji  têkoşînê û ev 'avantaejeke mezin e.''

Demîralp got armanca komploya 15'ê Sibatê ya 1999'an ew e ku têkoşînê 'bêpêşeng' bihêlin û got, ev hemû plan û hesap bi geşbûna têkoşîna Kuradn pûç bûne.

Demîralp her wiha got ew bawer dike ku grevên birçîbûnê wê tecrîdê bişkîne û got, ''Her çawa be jî em ê bi ser bikevin.''