Peyama Cejna Qurbanê ya KOMAW’ê

KOMAW’ê Cejna Qurbanê li gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir û got, “Di hiqûqa Îslamê de hevkariya bi zaliman re heram e. Civaka Îslamê divê li dijî bêhiqûqiyên dewleta Tirk rabe."

Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) bi daxuyaniyekî Cejna Qurbanê li gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir.

Di peyamê de ev tişt hatin gotin:

“Em Cejna Qurbanê destpêkê li Rêber Apo û gelê Kurd, malbatên şehîdan, hemû kesên têkoşîna demokrasî û azadiyê didin, gelên bindest û alema Îslamê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê.

Gelê Kurd jî weke gelên din dixwaze vê cejnê bi hezkiriyên xwe re di hawirdorekî aştî, aramî û demokratîk de pîroz bike. Çawa ku mafê xwezayî yê her kesî ye, bêguman mafê herî xwezayî yê Kurdan e. Lê dewleta Tirk di van rojan de ku ji bo hemû gelên Îslamê cejneke pîroz û girîng tê dîtin jî hemû nirxan binpê dike bi taybetî jî polîtîkayên xwe yên qetlîam, zext û îmhayê bêyî navber didomîne.

Em Kur van polîtîkayên hovane yên dewleta Tirk dizanin. Lê hevkariya dewletên ku xwe Îslamî didin nasîn, her curê bêhiqûqiyê red dikin, bi dewleta Tirk re û li dijî vê bêhiqûqiyê bêdengiya wan me xemgîn dike û dike nava fikaran.

Di hiqûqa Îslamê de hevkariya bi zaliman re heram e. Em ji hemû dewletên Îslamê hêvî dikin ku herî kêm di rojên wiha pîroz de li ber polîtîkayên komkujî û îmhayê yên dewleta Tirk rabin.

Em Kurd dixwazin li welatekî azad cejnan pîroz bikin. Bêguman em bi hêvî ne. Em careke din cejna Rêber Apo, gelê xwe û malbatên şehîdan pîroz dikin, em hêvî dikin ku di pêşerojê de van cejnan li Kurdistana azad û demokratîk pîroz bikin.”