PE'yê rexneyên giran li Enqereyê û Brukselê anîn

Pêşnûmeya ku pêşniyar dike dawî li muzakereyên di navbeyna Tirkiyê û YE'yê were, şevê dî li rûniştina giştî ya PE'yê hate gotûbêjkirin û tê payin ku îro piştî nîvro were dengdan. Di nîqaşên PE'yê de grevên birçîbûnê hatin slavkirin.

Parlamentoya Ewropayê (PE) rapora ku raportora Tirkiyê Katî Pîrî hazir kiribû, nîqaş kir. Ji bo raporê heke pêşniyarnameya guherînê ya ku Partiya Demokrat a Xiristiyan (PPE) û komên din ên rastgir were qebûlkirin, dibe ku biryara ku muzakere werin bidawîkirin jî jê derkeve.

PÎRÎ: HEWCEYÎ PÊ NEMAYE KU BI TIRKIYÊ RE MUZAKERE WERE DOMANDIN

Beriya ku nûnerên Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) û Komîsyonê biaxivin Katî Pîrî binpêkirina mafê mirovan, gavên ne hiqûqî û dij demokratîk û 100 hezar girtî yên li Tirkiyê destnîşan kir, diyar kir, li gel van binpêkirinên giran jî, weke ku rewşeke pir xirab nebûne tevgera YE û Enqere nayê qebûlkirin.

Pîrî got li gel ku ti hewceyî pê nemaye ku bi serokkomarê otorîter ê Enqerê re muzakereyên endamtiya YE'yê were domandin jî, YE ti tevdîreke cidî nestaniye û zexta hewce nehatiye kirin.

Pîrî her wiha got Tirkiye biryar û pêşniyarên organên Konseya Ewropayê ji nedîtî ve tê.

YE: MUZAERE JIXWE HATINE BER REWŞA RAWESTANÊ

Piştî Pîrî, Serokê Demê yê YE'yê, wezîra ji karûbarê YE'yê ya Romanyayê berpirs Melanîa Gabrîela Cîot got, ''Rast e ku Tirkiye ji YE'yê dûr ketiye. Jixwe muzakere hatine ber rewşa rawestanê.''

Komîserê Komîsyona YE'yê ya ji Berfirehbûnê berpirs Johannes Hahn jî got li ser rewşa Tirkiyê fikarên wan ên kûr hene.

Li ser navê PPE'yê Reneta Sommer jî got, ''Rejîma Erdogan dewleta hiqûqê, mafê mirovan û demokrasî binpê kiriye. Divê dawî li muzakereyên bi Tirkiyê re were.''

Yên ku li ser navê komên sosyalîst û lîberal jî axivîn, binpêkirina mafan a di raporê de anîne ziman û rexneyên tund kirin.

VALERÎO: DAGIRKIRINA EFRÎNÊ NAYÊ JIBÎRKIRIN

Li ser navê Koma Keskan a PE'yê Bodel Valerîo got, ''Dagirkirina EFrînê nayê qebûlkirin, ne meseleyeke wiha ku mirov çavê xwe lê bigire, ên ku bakur û rojhilatê bakur ê Sûriyê ji DAÎŞ'ê, ji cîhadîstan paqijkirî Kurd in û em divê berevaniyê li van Kurdan bikin.''

DI KOMBÛNA GIŞTÎ DE BERXWEDERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ HATIN SLAVKIRIN

Endama Koma Demokratên Sosyalîst Joly Word got, ''Heke Leyla Guven û çalakgerê greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê ji bo ku tecrîda li ser Ocalan rabe ketibin greva birçîbûnê ev rewşê nîşan dide bê ka çendî kambax e û ti rêyeke dî ya ku pê li mafan bigerin nemaye.''

Endama Koma  Yekîtiya Çepgir a PE'yê Elenora Forenza jî got demeke nêz ew çûye Tirkiyê û Kurdistanê, xwestiye ku serdana du hevserokên HDP'ê yên berê yên girtî bike, lê nehiştine.

Forenza got, ''Ez giringiyê didime têkoşîna gelê Kurd û piştî kêliyeke dî ez ê serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê bikim û li vir wan slav dikim.''

Endama Koma Keskan Ana Mîranda jî bi çefiya kesk û sor û zer ya ku li stûyê xwe pêçayî axivî. Mîranda greva birçîbûnê ya Guven û girtiyan bi bîr xist û got, ''Tirkiye bi dîktator Erdogan ne sînordar e, divê em gelê Kurd û Tirkiyên demokrat bi dest Erdogan ve nehêlin.''