PE: Divê Tirkiye zexta li ser siyasetmedaran kêm bike

Parlementoya Ewropayê pêşnûmaya biryaran a derbarê desteserkirina şaredariyên HDP’ê û li Tirkiyeyê zextên li ser mafê mirovan qebûl kir.

Di Desteya Giştî ya Parlementoya Ewropayê de rewşa şaredariyên HDP’ê yên ku hatine desteserkirin û zextên li ser mafê mirovan hate nirxandin.

Komên siyasî yên li parlementoyê nîqaş kirin û biryarên hevpar dan. Di biryarê de bang hate kirin ku divê siyasetmedarên mûxalif ên di girtîgehan de serbest werin berdan û desteserkirina bi destê qeyyûman bi tundî hate rexnekirin. Di biryarê de hate gotin: “Divê Tirkiye van zextên li ser van kesan kêm bikin ên ku hatine hilbijartin. Divê hevşaredarên ku peywira wan hatine desteserkirin jî vegerin ser peywira xwe.”

Di civînê de bal hate kişandin ser doza hevserokê giştî yê berê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a ku li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hatibû kirin.

Di biryara Parlementoya Ewropayê de ev tişt hate diyarkirin:

“Zextên li ser mafê mirovan û azadiya bingehîn me dixe nav fikaran û em van zextan şermezar dikin. Qanûna têkoşîna li dijî terorê ya li Tirkiyeyê divê ji bo cezakirina kes û saziyên medyayê neyê bikaranîn. “

Parlementerên ku di vê civînê de axivîn, hemûyan peywirdarkirina qeyyûman rexne kirin û nerazîbûn nîşan da ku li Tirkiyeyê rojnameger, akademîsyen û nûnerên rêxistinên civakî di girtîgehê de bin.”

ENDAMÊN PE'YÊ: EV ZEXT DIVÊ NEYÊN QEBÛLKIRIN

Nacho Sanchez Amor ê ku xwe amade dike bibe raportorê Tirkiyeyê got ku “Li Tirkiyeyê 3 şaredarên HDP’ê ji peywira xwe hatin stendin û li şûna wan qeyyûm hate peywirdarkirin. Ev ne meseleke hiqûqî ye. Li Tirkiyeyê binpêkirina mafan û hiqûqê gelekî zêde bûye. Divê êdî YE mekanîzmayên xwe yên çavdêriya Tirkiyeyê ji ber çavan derbas bike.”

Li ser navê koma çep a PE’yê Ozlem Demîrel “Koma me diyar dike kuşaredarên ji peywira xwe hatine dûrxistin, divê vegerin ser karê xwe. Em diyar dikin ku piştgiriyê didin HDP’ê.”

Françoîs Alfonsî li ser navê Koma Keskan “Li Kurdistanê şaredarên bajarê mezin ji peywira xwe hatine dûrxistin, divê YE vî tiştî qebûl neke. Heta ku dewleta Tirk mafê xweseriyê Kurdistanê nas neke wê ev kêşe bidomin.”

Ramona Strûgarîû li ser navê koma Lîberalan got “Rejîma Erdogan şaredaran ji peywira wan distîne û karmendên xwe li wan deran peywirdar dike. Divê YE li dijî vî tiştî helwesta xwe zelal bike.”

Mary Rees-Mog : “Tirkiye careke din nîşan dide ku ew ne welatekî demokratîk e”.

Giorgos Georgiou :“Erdogan bi penaberan şantajê li YE dike û YE jî bi ya wî dike. Erdogan pê re jî zextan li ser Kurdan û kesên mûxalif dike.”

Mara Bizzotto:“Tirkiye tu carî nebû demokrat û Erdoganê dîktator niha jî li dijî Kurdan û demokrasiya Ewropayê dest bi şer kiriye. Divê ev lîstik were bidawîkirin.”

Loucas Fourlas: “Divê YE êdî bi zimanê wî bi Erdogan re biaxive.”