Partiyên Swîsreyê xwestin zext li Tirkiyeyê were kirin
Partiyên siyasî û saziyên ji Kurdistan û Tirkiyeyê yên li Swîsreyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û mûxalifan xwestin bila zext li Tirkiyeyê were kirin.
Partiyên siyasî û saziyên ji Kurdistan û Tirkiyeyê yên li Swîsreyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û mûxalifan xwestin bila zext li Tirkiyeyê were kirin.
Partiyên siyasî yên Swîsreyê Solîdarîtes, Partiya Keskan, Partiya Karkeran, CDK-Lozan, Meclîsa Jinan a Lajînê, ÎGÎF, ÎDHF û ÎTÎF’ê li Lozanê civîneke hevpar lidarxistin.
Di civîna çapemeniyê de hate xwestin ku bila desthilatdariya AKP û MHP’ê zext û şîddeta li ser gelê Kurd û mûxalifan bi dawî bike. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku bila dewleta Swîsreyê û welatên Ewropayê li dijî dewleta Tirk zextan bikin.
Saziyan diyar kirin ku li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên siyasî yên Kurd ji bo bidawîkirina zextan û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine û ev çalakî 118 roj in didome.
Saziyan xwestin ku bila zextên li ser HDP’ê were rakirin, derfetên siyaseta azad were avakirin, parlementeriya Omer Farûk Gergerlîoglû lê were vegerandin, hemû kesên hatine hilbijartin û piştre hatine girtin bila werin berdan, divê biryara derketina ji Peymana Stenbolê were betalkirin, daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de were bicihanîn, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de divê hemû girtiyên siyasî werin berdan.
Piştî diyarkirina daxwazan, nûnerên saziyan bang li dewleta Swîsreyê kirin ku bila zextan li Tirkiyeyê bike.