SSW'ê xwest qedexeya li ser PKK'ê bê rakir

Partiya Yekîtiya Hilbijartiyan a Başûrê Schleswîgê (SSW) ku Danîmarkiyên li bakurê Elmanyayê û hindikahiya Frîz temsîl dike, serî li Meclîsa Eyaleta Schleswîg-Hosteîn da û xwest qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin.

Yekîtiya Hilbijartiyên Başûrê Schleswîgê (SSW) ya bi serokatiya Flemmîng Meyer, li Eyaleta Schleswîg-Holsteîn e ku hindikahiyên Danîmarkî yên li ser sînorê Danîmarkayê temsîl dike. SSW ji bo mafên Danîmarkî û Frîzan têdikoşe. Partiya SSW'ê xwest, qedexeya ku dewleta Elman di sala 1993'an daniye ser PKK'ê bê rakirin û PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewropayê bê derxistin.

SSW'ê bi her du daxwazan serî li Meclîsa Eyaletê ya Schleswîg-Holsteînê da û xwest heta dawiya meha Sibatê meclîsa eyaletê li ser vê mijarê li hev kom bibe. SSW'ê ku weke partiyeke hindikahiyan a li Elmanyayê naskirî ye, di serlêdana xwe de ji rêveberiya Eyaleta Schleswîg-Holsteînê dixwaze ku ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê zextê li Hikumeta Elman a Federal bike. Daxwazeke din a SSW'ê jî danîna ambargoya çekan li ser dewleta Tirk e.

'QEDEXEKIRINA PKK'Ê ÇOKDANÎNA LI BER TIRKIYEYÊ YE'

Serokê Giştî yê SSW'ê Flemmîng Meyer li ser serlêdanê daxuyanî da û diyar kir, ku qedexekirina PKK'ê li pêşiya entegrasyona Kurdên li Elmanyayê asteng e û destnîşan kir, ku rêveberiya Eyaleta Schleswîg-Holsteînê ji bo rakirina vê qedexeyê divê bikeve nava hewldanan. Meyer ku di heman demê de parlamenterê Eyaleta Schleswîg-Holsteîn e got, "Qedexekirina PKK'ê çokdanîna li ber Tirkiyeyê ye."

Meyer anî ziman ku Kurdên li Elmanyayê ne weke "terorîst" tên tewanbarkirin û cihêkirin û ev bang kir: "Di serdana xwe de ya li herêma Kurdan, mi,n aciziya ji ber bazirganiya çekan a Elmanyayê ya ji bo Tirkiyeyê dît. Em ji dîroka Elman baş zanin ku temaşekirina li rewşê ne tiştekî baş e. Serdema çekan divê bê girtin."